05:41 22 Tîrmeh 2017
Zindî
    Îran

    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li gorî agahiya ajansa ISNA, roja sêşemê şandeke Îranê bi serpereştiya cîgirê wezîrê karên derve Hesen Kaşkawî bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

    Hesen Kaşkawî bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Brzanî û bi wezîrê navxweyî Kerîm Sîncarî civiya. Di hevdîtinan de bi giranî şêwazên hevkariya di warê têkoşîna dijî DAÎŞ`ê de hatin gotûbêjkirin. 

    Piştî hevdîtinan Kaşkawî ragihand, ku di çarçoveya hevkariya bi Bexdayê re, Îran amadeye di şerê dijî DAÎŞ`ê de her cure alîkarî bi rêveberiya Herêma Kurdistanê bide. 

    Nêçîrvan Barzanî jî,  ji ber piştgiriyê malavayî li Îranê kir û da zanîn ku DAÎŞ ne tenê ji bo Kurdistanê, lê ji bo Îranê jî metirsî ye û di şerê li dijî terorîstan de rola hêzên peşmerge diyarker e.

     

    Gelo, Îran serkeftina peşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞ`ê de çawa dinirxîne û piştgiriyeke çawa dixwaze bide kurdan? 

    Sîyasetzanê îaranî, dîplomat û karmendê berê ya balyozxaneya Îranê li Lubnanê Seyîd Hadî Efqahî pirsên han ji Spûtnîk`ê re şîrove kirin: 

    "Îran, hêj beriya rûxana rejîma Seddam Huseyîn û beriya dagirkirina Îraqê ji aliya DYA ve hewil dida ku alîkarî bide têkoşîna kurdên Îraqê, her weha piştgiriyeke sîyasî dida. An  ku peywendiyên Îranê bi gelên kurd û ereb ên Îraqê her tim baş bûye.  Lewma jî niha birêz Kaşkawî ji aliya kurdan bi awayekî fermî hatiye vexwendin, da ku pisgirêkên sîyasî û ewlekariya herêmê bi hûrgilî gotûbêj bikin. Bi taybetî jî têkoşîna li dijî terorê bû mijara sereke ya wan hevdîtinan. 

    Hêjayê bi bîrxistinê ye ku piştî  DAÎŞ`ê sê parêzgehên Îraqê: Mûsil, Ramadî û Tîkrît, her weha hin navçeyên bakûr ên mîna Şengalê gitin û  gihîştin ber Diyalayê, pişt re berê xwe da Kurdistanê.  Hingê rêveberiya Kurdistanê, Îran jî di nav de ji dewletên herêmê alîkarî xwest. Îranê, pêşiya her kesî destê xwe yê alîkariyê dirêjî kurdan kir û di encamê de pêşmerge karî ku gurzekî mezin li çeteyên DAŞ`ê bide. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û heta serokkomarê Îraqê Fûad Mehsaûm bi xwe bi awayekî fermî ji ber piştgirîdanê malawayî li Îranê kir.

    Ala Îranê
    © Sputnik/ Grigory Sisoyev
     

    Bi giştî helwêsta Îranê ew e, ku têkoşîna li dijî terorê tevaya dewletên herêmê têkildar dike. Di vê wateyê de ji bo me, xurtbûna peywendiyên bi rêveberiya Kurdistana Îraqê re pir giring e.  Bi rastî jî peşmergeyên Kurdistanê zerbeyên mezin li çeteyên DAÎŞ`ê da. Lê ji bo ku serkeftinên wisa yên mezin her tim hebin, divê di serî de hemahengiyek di nava Îraqê de hebe, an ku di navbera artêşa Îraqê, mîlîseyên şîe Heşda Şebî û Pêşmergeyên Kurdistanê de. 

    Lewma jî bi baweriya min serdana cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê û hevdîtinên wî yên li gel rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo  karê hevbeş, wê destê hemû gelên me xurtir bike". 

    Her weha hêjayê bi gotinê ye ku di hevdîtinên cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê û rêveberiya Herêma Kurdistanê de pirsên mîna kontrolkirina çûn û hatina rêwiyan li derveyî sînoran, têkoşîna li hember trafîka narkotîkê, qaçaxşîtî û her wisa xurtkirin û peytandina ewlekariya deverên bersînor jî hatin gotûbêjkirin. 

    Bi heman mijarî:

    Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin
    Îran: Em hewlên dabeşkirina Iraqê şermezar dikin
    Recewî: Îran li pişt DAIŞ e
    Îran Amerîka bi piştgirtiya çekdarên DAÎŞê tewanbar kir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de