14:03 27 Nîsan 2017
Zindî
    YPG

    Kurdên Sûrîyeyê bêhna DAÎŞ`ê çikandin

    © Foto: AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5710

    Eger DYA, Tirkîye û kurd bikaribin li hev bikin û anegorê wan lihevkirinan ji hêzên kurd re alîkarîya pêwist bête dayîn, DAÎŞ dikare bête têkbirin û rewşa li Sûrîyeyê dikare bête guhertin.

    Yekîneyên Parastina Gel (YPG) roja sêşemê DAÎŞ ji sînorên Tirkîyeyê derxist. Piranîya sîyasetzanan destnîşan dikin, ku serkeftina kurdên Sûrîyeyê ya li dijî DAÎŞ`ê kurd vegerandin lîstikvanê herî bi bandor ên li dijî cîhadîyan. Niha êdî kurd bi piştgirîya hewayî ya koalîsyona navneteweyî ji sînorên Tirkîyeyê berê xwe didine başûr, ango paytexta DAÎŞ`ê a li Sûrîyeyê.

    Yekîneyên Parastina Gel ên kurdên Sûrîyeyê bajarê stratejîk ê li ser sênorê Tirkîyeyê Grê Spî ji DAÎŞ`ê sitand. Ew bajar ji bo îslamîstan gelek giring bû, ji ber ku terorîst, çek, berhemên petrolê û pêwistîyên din bi rîya wî bajarî dihatin pêvguhestin. Şervanên YPG`ê bi piştgirîya hewayî ya koalîsyona navneteweyî bi pêş ketin û îslamîst ji wî bajarê giring derxistin. Nûnerê fermî yê koalîsyona navneteweyî Weyn Marotto ji çapemenîyê re got, ku ``Serkeftina hêzên kurd a bi piştgirîya me ya hewayî layenên lawaz ên terorîstan derdixe holê û nîşan dide ku ew dikarin bêne tunekirin``. Ji bilî kontrolkirina sînorên Tirkîyeyê, YPG hewl dide rîyên giring ên ber bi Reqayê ve diçin jî kontrol bike. Niha şervanên YPG`ê nêzê Ayn- Îsayê bûne, ku tenê 40 kîlometreyan ji Reqayê dûr e.

    Di wan demên dawîyê de terorîstên DAÎŞ`ê li gelek enîyên li Sûrîyeyê têk çûn. YPG`ê nuxteyên stratejîk ên li ser sînorên Tirkîyeyê bi dest xist û bêhn li DAÎŞ`ê teng kir û niha jî ber bi paytextê terorîstan Reqayê ve pêş dikeve.

    Niha êdî YPG sînorên bi Tirkîyeyê re yên bi dirêjahîya 400 kîlometreyan kontrol dike. Ji Kobanîyê heta parêzgeha Helebê û ji wê derê heta bakûr –rojhilatê sînorên bi Tirkîyeyê re. Eksperê têkilîyên navneteweyî yê Zanîngeha Laxaya Prof. Henrî Barkî ji Reutersê re ragihand, ku ``Ew serkeftin rewatîya hêzên kurd zêdetir dike û pozîsyonên wan qahîmtir dike``. Lê, ew serkeftin desthilata Tirkîyeyê gelek nehedar dike. Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, ku DYA alîkarîya `terorîstan` dike. Mabesta wî piştgirîya hewayî ya ji bo YPG`ê bû.

    Eksperên rojavayî destnîşan dikin, ku tenê tevgerên lihevkirî dikarin îslamîstên radîkal têk bibin. Associated Press dinivîse ku ``Bûyerên dawîyê nayêne wê wateyê ku piştî çend mehên din DAÎŞ wê bi temamî bête tunekirin. Lê, wê yekê nîşan didin ku bi piştgirîya hewayî ya koalîsyona navneteweyî, hêzên ciheyî dikarin darbeyên mezin li DAÎŞ`ê bixin û wê bêbandor bikin. Eger DYA, Tirkîye û kurd bikaribin li hev bikin û anegorê wan lihevkirinan ji hêzên kurd re alîkarîya pêwist bête dayîn, DAÎŞ dikare bête têkbirin û rewşa li Sûrîyeyê dikare bête guhertin.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Rojava di Kongreya Qahîreyê de beşdar in
    Dîcle: Bila Hewlêr kantonên Rojava bi fermî qebûl bike
    31 hezar penaberên Rojava li Silêmaniyê ne
    YPG: gundên di navbera Kobanê û Girê Spî hatin paqijkirin
    Salih Mislim: YPG wê ji Girê Spî derkeve
    YPG: Di şerê Girê Spî de 124 DAIŞî hatin kuştin
    Rewşa dawî li Girê Spî- YPG mal bi mal li dû DAIŞê digere
    Etîketan:
    YPG, Rojava, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de