10:09 24 Hezîran 2017
Zindî
    Balafira şer ya amerîkî

    Mexmûr Balafiran sibehê 11 caran li DAIŞê dan

    © AP Photo/ Senior Airman Matthew Bruch
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Li eniya Mexmûrê, balafirên şer berbanga sibê li çekdarên DAIŞê dan û di encamê de fermandeyê DAIŞê yê Mexmûrê û komek çekdarên din ên wê rêxistinê hatin kuştin.

    Rayedarekî artêşa Iraqê ji Rûdawê re ragihand ku balafirên şer ên hêzên hevpeyman îro saet 4ê sibê 11 caran li çeper û baregehên çekdarên DAIŞê yên li gundê Kerkirdê yê Mexmûrê dan.

    Wî rayedarê leşkerî yê Iraqê got ku di encama wê bombebarana tund de fermandeyê çekdarên DAIŞê li eniya Mexmûrê û komek çekdarên din ên wê rêxistinê hatin kuştin, her wiha 7 otomobîlên leşkerî yên DAIŞê jî hatin şewitandin û teqandin.

    Li gorî agahiyên wî rayedarê artêşa Iraqê, beriya ku balafirên şer li çekdarên DAIŞê bidin wan dixwest êrişî hêzên Pêşmerge bikin.

    Bi heman mijarî:

    Mexmûr- Balafiran agir bi DAIŞê xistin
    Etîketan:
    Îraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de