14:21 25 Sibat 2017
Zindî
    Artêşa YPGê

    Volkana Feratê berê xwe daye Sirrînê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Şervanên Odeya Operasyonên Volkana Feratê ku YPG jî di nav de cih digre, li bajarokê Eyn Îsê yê Girê Spî şerê DAIŞê dikin û berê xwe dane bajarokê Sirrîn li başûrê Kobanê jî.

    Girê Spî ji destê DAIŞê hat derxistin û rêya navbera Cizîrê û Kobanî hat vekirin, lê şervanên Volkana Feratê, pêşketinên xwe berdewam dikin û niha bajarokê Eyn Îsê şerê DAIŞê dikin, ku navenda dawî ya vê rêxistinê li wê deverê ye. Ew jî berî ku berê xwe bidin bajarokê Sirrîn da ku dawî li hebûna DAIŞê li hemû deverên derdora rêya Rodko ya navdewletî bînin.

    Niha rêya Rodko ya navdewletî ji çemê Feratê heta Cizîrê bi temamî di destê hêzên YPGê û Volkana Ferat de ye, lê çekdarên DAIŞê tenê li 2 bajarokên derdora wê rêyê mane, yek ji wan bajarokê Eyn Îsê ye, ku 35 kîlometran dikeve başûrê Girê Spî û şervanên Volkana Feratê li wir lêgerînê li çekdarên DAIŞê dikin. Bajarokê din jî Sirrîn e ku 30 kîlometran dûrî Kobanî ye, hêzên Volkana Ferat çarrê û sayloyên Sirrînê kontrol kirine û niha berê xwe didin wî bajarokî.

    Her ku hêzên Volkana Feratê pêşve diçin, tirsa DAIŞê li Reqayê zêde dibe û li gorî çavkaniyên xwecihî di bajarê Reqayê de tevgereke nenormal a çekdarên DAIŞê heye û ew rêxistin xendeqê li derdora paytexta xîlafeta xwe dikole.

    Bi kontrolkirina Girê Spî, ne tenê herêmên Kobanê û Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê bi hevdu ve hatine girêdan, lê niha rê ji Başûrê Kurdistanê heta çemê Feratê li Rojavayê Kurdistanê hatiye vekirin û hêzên kurdî wan navçeyan diparêzin. Lê tenê bajarokê Cerablus û Ezaz ku di destê DAIŞê de ne bûne rêgir ku Efrîn jî bi wê xeta Kurdistanî ve were girêdan.

    Bi heman mijarî:

    Til Ebyed - Hêzên YPGê û Volkana Feratê pêşde diçin
    Berdevkê `Volkana Feratê: `Em beşek ji hevpeymana navnetewî ne`
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de