00:40 26 Adar 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Serokwezîr Barzanî: Em dikarin bi serê xwe petrola xwe bifroşin

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Başûrê Kurdistanê dikare bi serê xwe petrola xwe bifroşe û da zanîn, gellek şîrketên biyanî amade ne petrola Kurdistanê bikirrin.

    Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro bi rayedar û nûnerên partiyên şirîkên hikûmetê re civiya.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, civîn li ser rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi taybet nakokiyên Hewlêr û Bexdayê li ser hinartina û firotina petrolê bû.

    Wek Rûdaw radighîne, Serokwezîr Barzanî got ku Herêma Kurdistanê êdî dikare bi serê xwe petrola xwe bifroşe û ragihandiye, gellek şîrketên biyanî amade ne petrola Kurdistanê bi nirxa roj bikirrin.

    Her wiha li gorî agahiyan, Nêçîrvan Barzanî di civînê de bi rayedar û nûnerên partiyên siyasî re li ser wê yekê şêwiriye ka gelo Hewlêr li ser rêkeftina niha berdewam be yan jî bi serê xwe nefta xwe bifroşe.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî wê li ser vê mijarê bi serokên fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê re jî bicive û nêrîna wan jî li ser vê yekê werbigire.  Hewlêr û Bexda li ser wê yekê li hev kirine ku Hewlêr rojane 550 hezar bermîl petrol bide hikûmeta Iraqê, Bexda jî bûdceya Herêma Kurdistanê bide.

    Lê rayedarên Herêma Kurdistanê dibêjin, Bexda rêkeftinê binpê dike û pereyê petrola Kurdistanê kêm dişîne.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beriya niha gotibû, heger Bexda di nav du mehên bê de siyaseta xwe neguherîne, Hewlêr wê bi serê xwe petrola xwe bifroşe.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Etîketan:
    Kurdistan, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de