10:13 26 Adar 2017
Zindî
    Şervanên YPG

    Dorpêça li ser Kobanîyê ji holê rabû

    © ANHA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 24 0 0

    Bi destxistina Grê Spî, kantonên Cizîr û Kobanîyê de facto bûn yek

    Hêzên Parastina Gel (YPG) roja duşemê Grê Spî (Tel Abyad) dorpêç kirin û li benda berxwedaneke xurt bûn, lê çeteyên DAÎŞ`ê piştî pêvçûneke 12 demjimêran ji bajêr revîyan. Grê Spî bi temamî hate rizgarkirin û niha di bin kontrola YPG`ê de ye. Desthilata Tirkîyeyê ji ber wê geşedanê gelek endîşedar e. Metirsîya wan ew e, ku herdu kantonên Cizîr û Kobanê bibin yek.

    Operasyona rizgarkirina Grê Spî li dora 45 rojan berdewam kir. Lê, armanca stratejîk a rakirina dorpêça li ser Kobanîyê 4 sal berî niha hatibû kifşkirin. Yekîneyên Parastina Gel ên Partîya Yekitîya Demokratîk, pêşîyê bajarê Grê Spî dorpêç kirin û paşê jî bêy berxwedenake xurt bajar rizgar kirin. Cîhadîyên DAÎŞ`ê hewl dan li pêşîya şervanên YPG`ê zehmetîyan saz bikin û du pire teqandin. Lê, bi tevî wê jî şervanên YPG`ê yên xwedî gîyana bilind a şer derbazî nava bajêr bûn û Grê Spî rizgar kirin. Operasyona YPG`ê ji alîyê balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ve jî hate piştgirîkirin.

    YPG li ser sînorên Tirkiye û Sûriyeyê
    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis, file

    Li dora 17 hezar niçtecîyên bajarê Grê Spî berê xwe dane sînorê Tirkîyeyê û li kampeke serobero ya li nêzê Akçakaleyê hatin bi cihkirin.

    Ji alîyê YPG`ê ve rizgarkirina Grê Spî serkeftineke gelek mezin bû. YPG`ê bi wî awayî rîya di navbera Tirkîye û DAÎŞ`ê de bi dest xist û pêşî li danustendina di navbera herdu alîyan de girt. DAÎŞ`ê bi wê rîyê berhemên petrolê, dexil û eşyayên din ber bi Tirkîyeyê ve dişand û ji Tirkîyeyê jî terorîst û çek bi wê rîyê ve ber bi Sûrîyeyê ve dihatin şandin. Grê Spî Şanli Ûrfaya Tirkîyeyê û Reqaya Sûrîyeyê bi hev re girê dide.

    Lê ji bilî wê, wateya wergirtina Grê Spî ji bo kurdên Sûrîyeyê cuda ye û gelek giring e. Bi destxistina Grê Spî kantonên Cizîr û Kobanîyê de facto bûn yek.

    Berpirsê PYD`ê yê li Rûsyayê Abdulselam Elî li ser erkên Yekîneyên Parastina Gel wisa ragihand:

    “Ew du sal bûn ku kantona Kobanê hatibû dorpêçkirin. Çareya yekane pêvgihandina Kobanî û Qamişloyê bû. Ew êdî 40 rojin hêzên me yên YPG`ê ji kantona Cizîrê ber bi pêş ve diçin. Wan ji rizgarkirina herêmên li başûrê Reqayê dest bi operasyonê kirin û ber bi Grê Spî ve pêş ketin. Di heman demê de hêzên me yên li Kobanîyê jî ber bi Grê Spî bi rê ketin. Em li bendê bûn, ku DAÎŞ berxwedenake xurt nîşan bide û şerê bajêr bike. Lê, çeteyên DAÎŞ`ê tu berxwedan nîşan nedan û ji bajêr revîyan û bi tevî çekên xwe derbazî Tirkîyeyê bûn. Şerê li Grê Spî li dora 12 demjimêran berdewam kir û hêzên me bajar bi dest xistin”.

    Li gor nêrîna Abdulselam Elî, sedemê nerazîbûna desthilata tirk a ketina Grê Spî ew e, ku têkilîyên wan bi DAÎŞ`ê re hene. Tirkîye ji destpêka peydabûna wê rêxistinê heta niha alîkarîya wan dike:

    “Tirk dixwazin DAÎŞ bibe cînarê wan lê ne kurd. Ew cînartîya kurdan ji bo xwe wek metirsî dibînin, lê di rastîyê de kes nizane ka DAÎŞ çi ye. Terorîst û çek ji wî bajarî ber bi Sûrîyeyê ve dihatin şandin. Ji Sûrîyeyê jî berhemên petrolê, dexil û eşyayên din ber bi Tirkîyeyê ve dihatin şandin”.

    Peyamnêrê me Ehmed Brahîm bi rojnamevan Mistefa Elî re têkilî dana ku di wan rojên dawîyê de di nav şervanên YPG`ê de ye. Mistefa Elî ji Grê Spî wisa ragihand:

    “Şervanên ji Cizîr û Kobanî gihaştin hev û bi wî awayî herdu kanton jî bûn yek. Dema DAÎŞ`ê êriş li Kobanîyê kir, wisa difikirîn ku ewê bi ser kevin. Lê, şervanên YPG`ê berxwedaneke mezin nîşan dan û Kobanî rizgar kirin. Îro jî ez li vir dibînim, ku gîyana wan a şer gelek bilind e. Êdî Grê Spî bi temamî hatîye rizgarkirin. Niştecîyên li bajêr manî, bi coşeke mezin pêşwazîya şervanên YPG`ê kirin. Ew erkeke gelek zehmet bû, ji ber ku di dest şervanên YPG`ê de bi giştî çekên sivik hene. Li vir jî di dest çeteyan de çekên giran hebûn ên ji Mûsilê hatinî veguhastin. Bi tevî demdirêjîya operasyonê jî, serkeftin hate dabînkirin”.

    Pêvgihandina kantonên Cizîr û Kobanîyê giringîya faktora kurd careke din nîşan da. Tevgera kurdan a bi alîkarîya koalîsyona navneteweyî li pêşîya kurdan derî vekir ku di guftûgoyên li ser pêşeroja Sûrîeyê de yekser beşdarîyê bikin. Serkeftina kurdan ji bo desthilata Tirkîyeyê zehmetîyên mezin saz dike. Tirkîye wek berê PYD wek rêxistineke terorîst bi nav dike, ku ew yek jî ne li gorî realîteya Sûrîyeyê û ne jî li gorî realîteya li Tirkîyeyê bi xwe ye. Partîya kurdan a nêzê PYD`ê bi jimareke bilind derbazî parlamentoya Tirkîyeyê bû û ihtimala wê yekê jî heye, ku di nav koalîsyonê de cih bigire.

    Bi heman mijarî:

    Rewşa dawî li Girê Spî- YPG mal bi mal li dû DAIŞê digere
    Deriyê Sînor ê Girê Spî-Akçakale ket destê YPG’ê
    YPG: Rêya Girê Spî-Reqa hate girtin, 18 gund hatin rizgarkirin
    Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya YPG
    Hêzên YPG’ê gihiştin Girê Spî
    Silug di bin dorpêça YPG de ye
    Riya bajarokê Silûk ket destê YPG
    Etîketan:
    Grê Spî, Rojava, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de