11:34 18 Tebax 2017
Zindî
    Pentagon

    Pentagon: Rizgarkirina Girê Spî bûyerek girîng e

    © Sputnik/ Spûtnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 801

    Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) rizgarkirina Girê Spî ji aliyê hêzên YPG û Volkana Feratê ve wek bûyerek girîng nirxand û ragihand, bi vê yekê derbek mezin li rêxistina DAIŞê ket. YPG jî daxwaza çek û alîkariyên leşkerî dike.

    Berdevkê Pentagonê Steve Warren, di civîneke rojnamevaniyê de li ser rizgarkirina bajarê Girê Spî axivî û ragihand, stendina Girê Spî bûyerek girîng e, çimkî bi vê yekê ew rêya ku têre alîkarî ji DAIŞê re diçûn, hat girtin her wiha rêya çûyîna biyaniyan bo nav DAIŞê jî hat astengkirin. Steve Warren her wiha got ku çekdarên DAIŞê li Girê Spî ji hev ketibûn û nikarîbûn xwe li hember hêzên kurdî bigirin.

    Berdevkê Pentagonê li ser wan îdiayên ku dibêjin YPG ereb û tirkmenên Girê Spî diqewitîne jî got, heger ev îdia rast be ti carî nayê qebûlkirin.

    Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl jî ragihand, ew li ser parastina sînorê navbera Rojava û Tirkiyê rijd in û got, divê çek û alîkariyên leşkerî bidin YPGê.

    Bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê roja 15ê vê mehê ji aliyê hêzên YPG û Volkana Feratê û bi piştevaniya balafirên şer ên hêzên hevpeyman ji destê DAIŞê hatibû derxistin.

    Hinek aliyên dijbereya Sûriyê û hinek rayedarên Tirkiyê îdia kiribûn ku YPG bi zorê ereb û tirkmenên ji Girê Spî derdixe û dixwaze li cihên wan kurdan bicîh bike.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: bêtir ji 50 tomargehên li Amerîkayê û 3 welatên din antraks wergirtine
    Pentagon li kuştina zarokan mikur hat
    PENTAGON- Barzanî ligel wezîr û berpirsên Artêşê civiya
    Pentagon- Erdê DAIŞ kêm bûye
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de