18:45 18 Hezîran 2018
YPG li ser sînorên Tirkiye û Sûriyeyê

Salih Mislim: YPG wê ji Girê Spî derkeve

© AP Photo / Lefteris Pitarakis, file
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Hevserokê PYDê Salih Mislim li ser rizgarkirina bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ji rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyê re axivî.

Salih Mislim diyar kir ku piştî ku rewşa bajêr aram bibe û metirsiyên li ser bajêr nemînin, hêzên YPGê û hemû hêzên çekdar wê ji wir vekişin û rêveberiya bajêr radestî sivîlan bikin.

Mislim her wiha got, piştî ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina bajêr hatin girtin, wê çaxê wê bang li xelkê deverê yên ji ber şer reviyane bikin da ku vegerin malên xwe.

Li ser bikaranîna deriyê sînorî yê navbera Girê Spî û Tirkiyê jî Mislim got ku em amade ne di vî warî de bi rayedarên Tirkiyê re danûstandin û hevkariyê bikin. Em nabêjin bila derî tenê di destê YPGê de be, em dixwazin bi alîkariya hêzên Artêşa Azad a Sûriyê vê yekê bikin.

Hevserokê PYDê li ser fikar û tirsên Tirkiyê jî got, bila Tirkiye asûde be çimkî eger ew asûde bin emê jî asûde bin.

Salih Mislim li ser îdiayên ku dibêjin YPG, ereb û tirkmenên Girê Spî derdixe jî got, ti kes nikare mirovan ji mal û warê wan derxîne. Ev tohmet, bêbin û derew in.

Bajarê Girê Spî û beşek mezin ji gundên wê herêma Rojavayê Kurdistanê roja 15ê vê mehê ji aliyê hêzên YPG û Volaka Feratê ve û bi alîkariya balafirên şer hatibû rizgarkirin.

Bi heman mijarî:

YPG: Di şerê Girê Spî de 124 DAIŞî hatin kuştin
DAIŞ: Me bixwe Girê Spî vala kir
Enwer Mislim: Girê Spî wê girêdayî Kantona Kobanê be
Rewşa dawî li Girê Spî- YPG mal bi mal li dû DAIŞê digere
Deriyê Sînor ê Girê Spî-Akçakale ket destê YPG’ê
Şer li kolanên Girê Spî tê meşandin
YPG: Rêya Girê Spî-Reqa hate girtin, 18 gund hatin rizgarkirin
Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya YPG
Şervanên YPGê derbasî nav bajarê Girê Spî bûn
Hêzên YPG’ê gihiştin Girê Spî
Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber
DAIŞ bi zorê kurdan ji Girê Spî der dixe
Barzan Îso: `DAIŞ li Girê Spî gel dike mertalê zindî`
Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
Girê Spî- DAIŞ xwe ji revê re amade dike
Etîketan:
Tirkiye, Kurdistan, Sûrîye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de