20:07 25 Îlon 2017
Zindî
    Minbic - rizgarkirin - YPG

    YPG: Di şerê Girê Spî de 124 DAIŞî hatin kuştin

    © REUTERS/ RODI SAID
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Navenda çapemenî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê ragihand ku `di operasiyonên kontrolkiirna bajarê Girê Spî de hêzên wan 124 çekdarên DAIŞê kuştin.`

    YPGê di daxuyaniyekê de hejmara kuştiyên DAIŞê di şerê kontrolkirina navenda bajarê Girê Spî (Til Abyad) de aşkere kir. Di daxuyaniya YPGê de hatiye gotin ku `di operasiyona rizgarkirina herêma Girê Spî de, jibilî kontrolkiirna bajarê Girê Spî, 40 gundên derdora wê jî hatin rizgarkirin.`

    Herwiha hatiye gotin, ku `di şerê kontrolkirina Girê Spî de 124 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku termê 60 ji wan ketine dest şervanên YPGê û çekarekê DAIŞê jî hatiye dîlgirtin.`

    YPGê di daxuyaniya xwe de herwiha ragihandiye ku operasiyonên wan li navçeyê li dijî çekdaêrn DAIŞê wê bidomin û ew wê hemû navçeyê bigerin û ji çekdarên DAIŞê paqij bikin.

    Operasiyonên hevbeş ên navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên ser bi odeya operasiyonên Burkan El Firatê ve bi armanca rizgarkirina bajarê Girê Spî û herêmên derdora wê ji dest çekdarên DAIŞê 29 Gulanê dest pê kir û duh duşemî 15ê Hezîranê Girê Spî û derodra wê bi temamî ji aliyê YPGê û hêzên hevbeş hat kontrolkirin.

    Bajarê Girê Spî li bakurê parêzgeha Reqa ya Sûriyê ye û him ji DAIŞê re û him ji Rojavayê Kurdistanê re navçeyek pir stratejîk e.  Bi wê navçeyê herdu kantonên Kobanî û Cizîre yên Rojavayê Kurdistanê digihin hev.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ: Me bixwe Girê Spî vala kir
    Enwer Mislim: Girê Spî wê girêdayî Kantona Kobanê be
    Rewşa dawî li Girê Spî- YPG mal bi mal li dû DAIŞê digere
    Deriyê Sînor ê Girê Spî-Akçakale ket destê YPG’ê
    Şer li kolanên Girê Spî tê meşandin
    YPG: Rêya Girê Spî-Reqa hate girtin, 18 gund hatin rizgarkirin
    Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya YPG
    Şervanên YPGê derbasî nav bajarê Girê Spî bûn
    Hêzên YPG’ê gihiştin Girê Spî
    Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber
    DAIŞ bi zorê kurdan ji Girê Spî der dixe
    Barzan Îso: `DAIŞ li Girê Spî gel dike mertalê zindî`
    Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
    Girê Spî- DAIŞ xwe ji revê re amade dike
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de