07:43 25 Tîrmeh 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    ENKSê 3 kursiyên rêveberiya xwe ji kurdên êzîdî re veqetand

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Sêyemîn kongreya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bidawî hat. Di kongreyê de 78 kes ji bo rêveberiya nû hatin hilbijartin û 3 kursî jî ji kurdên êzîdî re hatin veqetandin.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, sêyemîn kongreya ENKSê ku duh  bi şev deren li bajarê Qamişlo bidawî hat.

    Di kongreyê de 78 kes ji bo rêveberiya nû ya ENKSê hatin hilbijartin ku 39 jê endamên partiyên siyasî û 39ê din jî serbixwe ne.

    Her wiha, Rûdaw ragihand ku di nav endamên serbixwe yên rêveberiya ENKSê de, 9 ciwan û 8 jin jî hene. Endamên rêveberiya ENKSê ji herêmên Kobanê, Cizîrê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê pêk hatine.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, di kongreyê de 3 kursî jî ji kurdên êzîdî re hatin  veqetandin.

    Beriya ku kongre were lidarxistin dihat gotin ku di kongreyê de wê biryara avakirina hêzeke leşker jî were dayîn, lê hat zanîn ku ev mijar ji civînên din ên Encumenê re hatiye hîştin.

    Di sêyemîn kongreya ENKSê de derdora 260 delege beşdar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    ENKS çend çalakiyan jibo Mehabadê dike
    ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike
    ENKS ligel wezareta Tirkiyeyê civiya
    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de