14:18 25 Sibat 2017
Zindî
    Mêrdîn

    Mêrdîn bajarê kevnar, mûzexaneya servekirî

    © AFP 2016/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Bajarê Mêrdînê yê dîrokî û kevnar li Bakurê Kurdistanê û cîhanê wek bajarekî taybet tê dîtin. Mêrdîn mûzexaneyeke servekirî ye û li wî bajêrî li her derê bêhna dîrokê tê, li bin her kevirekî çîrokeke veşartî heye.

    Li gorî amarên dawî, li Mêrdînê 788 hezar û 996  kes dijîn. Mêrdîn ji 9 navçe, 31 şaredarî û 579 gundan pêktê. Dîroka Mêrdînê heta hezaran sal berî zayinê diçe. Dîrok û çanda Mêrdînê ya dewlemend di nava xwe de gellek agahiyên civakî jî dihewîne, ku ji gellek aliyan ve ji bo lêkolînan dibin çavkaniyên girîng.

    Li Mêrdînê gellek ol, netew û çand û xelk bi hevre bi awayekî aştiyane dijîn û ji nirxên hevre jî rêzdar in, ji ber vê yekê jî ji Mêrdînê re bajarê şaristaniyan jî tê gotin.

    Dema mirov li nava Mêrdînê digere tê dîtin ku gellek motîfên hunerî yên bedew û karên destan hîn jî zindî ne. Ev yek Mêrdînê wek Mûzexaneyeke servekirî dide nîşan. Li Mêrdînê 27 mizgeft, 16 dêr û 8 medrese hene û ev yek mînaka herî xurt a pirçandiyê ye.

    Her sal ji gellek deverên cîhanê turîst ji bo geşt û guzariyê berê xwe didin Mêrdînê û dîroka zindî ya Mêrdînê bandoreke mezin li wan dike.

    Mêrdîn bi avahiyên xwe yên otantîk di cîhanê de di nava  bajarên antîk û kevnar de piştî Roma û Orşelîm tê, herwiha mîrateke girîng a çand a cîhanê ye.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Kurdistan nabe beşek ji milmilaniya taîfî
    Li Moskowa civîna bi mijara Kurdistan
    Peywendiyên Kurdistan û DYA di berzbûnê de ye
    Yûra Nebiyev: `Kongreya Kurdan wê bibe pire di navbera Kurdistan û diyaspora de`.
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de