11:59 18 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Hilbijartinên serokatîyê wê bi xwe re serxwebûna Kurdistanê bînin

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 27 0 0

    Piştî pesendkirina makeqanûna Kurdistanê wê endamtîya Mesûd Barzanî ya ji bo serokatîyê bête ragihandin

    Serokê Herêma Kurdistanê talîmat da, ku hilbijartinên serokatîyê bêne lidarxistin. Lidarxistina hilbijartinan di heman demê de wê du-sê pirsan çareser bike: pesendkirina makeqanûnê, li ser esasê wê makeqanûnê hilbijartina serok û îlankirina serxwebûna Kurdistanê. Li gor nêrîna eksperan, ew geşedan wê bi wê pergalê ve bimeşin: makeqanûn, hilbijartinên serokatîyê, referandûm. Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand, ku serok Barzanî talîmat daye hemû organên bi hilbijartinan ve girêdayî ku dest bi amadekarîyên lidarxistina hilbijartinan bikin. Serok Barzanî bank li hemû beşdaran kir, ku hilbijartin bi awayeke demokratîk, azad û bi dadwerî bêne lidarxistin. Roja 20`ê Tebaxê kurd wê damezrînêrê Kurdistana serbixwe hilbijêrin.

    Dema ji bo lidarxistina hilbijartinan hatî destnîşankirî, bi dema dawîbûna xebatên komîsyona makeqanûnê re lihevhatî ye. Xebatên Komîsyona Makeqanûnê di dawîya Tîrmehê de bi dawî dibin. Di nav erkên komîsyonê de sazkirina esasên hiquqî û her weha esasên hilbijartinên serokatîyê jî hene. Destnîşankirina dîroka hilbijartinan nîşana wê yekê ye, ku di navbera partîyên sereke yên herêmê de li ser prensîbên bingehîn lihevkirin hatîye dabînkirin. Hinek eksper destnîşan dikin, ku hilbijartinên serokatîyê û referandûma serxwebûnê dikarin bi hev re bêne lidarxistin. Dîsa li gor nêrîna eksperan, Mesûd Barzanî wê ji bo 4 salên din bête hilbijartin. Konsensûsa li ser serokatîya Kurdistanê nîşan dide, ku pirsên bi rayedarîyên bilind ên herêmê ve girêdayî jî hatine çareserkirin.

    Bêguman, pêşanîya hilbijartinên serokatîyê ne tenê bi ewlekarîya herêmê û parastina potansîyela bidestxistina serxebûnê ve girêdayî ye. Îro tenê Mesûd Barzanî dikare serxwebûnê dabîn bike, ku bi saya têkilîyên navxweyî û derve xwedî giranahîyeke sîyasî ya mezin e.

    Li gor nêrîna eksperê îsraîlî yê li ser pirsa kurd Ofra Bencîo, hemû alîyên sîyasî yên Kurdistanê li ser serokatîya Mesûd Barzanî li hev kirine.

    “Ez wisa difikirim, ku alîyên sîyasî yên Kurdistanê li hev kirine ku Mesûd Barzanî ji bo 4 salên li pêş hilbijêrin. Ji ber ku ji bilî Mesûd Barzanî niha kesayeteke din tune ku bikaribe Kurdistanê bi rê ve bibe. Mesûd Barzanî dixwaze ku rayeyên wî berfirehtir bin, lê dîsa jî rayeyên di dest wî de derfetan didin, ku bikaribe li derveyê welêt berjewendîyên welatê xwe biparêze û di nav welêt de jî hevsenga sîyasî dabîn bike û problemên din çareser bike. Lê, ez wisa difikirim, ku rayeyên wî yên makeqanûna nû de wê sînordarkirî bin. Dibe ku di pratîkê de bi awayeke din tev bigere”.

    Sîyasetzanên herêma Kurdistanê jî li ser wê nêrînê ne, ku partîyên sîyasî yên herêmê li ser şertên lidarxistina hilbijartinên serokatîyê li hev kirine. Ji Zanîngeha Seleheddînê Prof. Ridvan Badînî dihesibîne, ku piştî pesendkirina makeqanûna Kurdistanê wê berendamîya Mesûd Barzanî bête ragihandin:

    “Hêj nehatîye ragihandin, ka Mesûd Barzanî wê bibe endam yan na. Lê, her kes li ser wê bawerîyê ye, ku Mesûd Barzanî wê wek endam bête nîşandan û hilbijartin. Ji ber wê yekê ku mekanîzmaya hiquqî ya endambûna Mesûd Barzanî nehatîye çareserkirin, di wê derbareyê de bi fermî tu daxuyanî nehatine dan. Piştî pesendkirina makeqanûnê wê endamtîya Mesûd Barzanî bête ragihandin. Niha pirsa makeqanûnê, ya li ser serokatîyê û serxwebûnê bi konsensûsê tê çareserkirin. Serok Barzanî dixwaze ji gelê Kurdistanê rayeyên rewa bistîne. Ji bilî wê jî, niha her kes amade ye li dor wî kom bibe. Mesûd Barzanî ji bo gelek kesan ew lîder e yê di dema îlankirina serxwebûnê de bikaribe welêt bi rê ve bibe. Her weha partîyên sîyasî jî dixwazin ku pirsa rayeyên organên dewletê ve girêdayî bêne çareserkirin. Di wan demên dawîyê de Mesûd Barzanî û serokê partîya ``Gorran`` Noşîrwan Mistefa çend caran civîyan û wisa dîyar e, ku pozîsyonên wan êdî nêzê hev in. Ez wisa difikirim, ku elîta kurd li ser piştgirîkirina endamtîya Mesûd Barzanî ya ji bo serokatîyê li hev kirine”.

    Ji sala 2003`yan heta niha li Kurdistanê hîmê dewletbûnê tê avêtin. Kurdistan xwedî artêş û aborîyeke hevbeş e. Kurdistan bi cîranên giring ên wek Tirkîye û Îranê re têkilîyên xwe  pêş ve dibe û êdî ji alîyê civaka navneteweyîve jî tê piştgirîkirin. Biryara dawîyê ya kifşkirina serokê Kurdistanê wê gelê kurd bide, lê ji niha de dîyar e, ku wê li dor Mesûd Barzanî kom bibin.   

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ber bi Kuwêyt û Îmarat ve bi rê ket
    Barzanî: Iraq mezintirîn piştevanê DAIŞê ye
    Serokwezîr Barzanî serdana mala siyasetmederê kurd kir
    Mesrûr Barzanî:`Serxwebûn mafek rewa ye, ne xewın e`
    Sîrwan Barzanî: DAIŞ çekdarên xwe kom dike
    Barzanî wê bi wê fermanê pêşiya hemû gotegotan bigire
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    Medyaya PKKê êrişî Barzanî û PDKÎ dike
    Etîketan:
    Hilbijartin, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de