13:56 28 Tîrmeh 2017
Zindî
    Tel Abyad'ın YPG kontrolüne geçmesinin ardından buradaki IŞİD bayrağı da indirildi.

    Qamişlo – Di navbera hêzên asayişa PYDê û rêjîma Sûriyê de şer derket

    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Li bajarê Qamişlo piştî ku çend karmendên sivîl ên rêveberiya xweser ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hatin girtin, di navbera hêzên asayişê û hikûmetê de alozî derket.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, şeva borî li nav bajarê Qamişlo dengê teqîn û gulleyan hat bihîstin lê ziyan negihîştiye ti kesî.

    Wek Rûdaw radighîne, hêzên asayişa Qamişlo, hêzên ewlehiyê yên Sûriyê yên di nav stasyona trênê û zindana taxa Qenat Swêsê de dorpêç kirin.

    Ji ali yekî din ve, rêveberê asayişa Qamişlo Ciwan Îbrahîm ji malpereke nêzîkî PYDê re gotiye, hêzên rêjîmê hinek xortên kurd û ereb girtibûn û dixwestin wan bi zorê bibin leşkeriyê ji ber wê jî di navbera wan û hêzên rêjîmê de şer derket.

    Ciwan Îbrahîm diyar kir ku wan sê cih ji destê hêzên rêjîmê derxistine û komek leşker jî girtine û got, heta ew xort neyên berdan leşkerên rêjîmê jî nayên berdan.

    Bi heman mijarî:

    2 kemyon alîkarî gihiştin Qamişlo
    Li Qamişlo di şewatê de 23 kes jiyana xwe ji dest da
    Qamişlo – Navendeke leşkerî ya YPGê rastî êrişa xwekujî hat
    Akadimisyenê kurd Ji nava Qamişlo hat revandin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de