20:07 25 Îlon 2017
Zindî
    sînor-daiş-leşker

    PDKÎ û PDK: Em bi ti awayî li sînor paşde venakişin

    © AP Photo/ Baz Ratner
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3011

    Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ku baskê serbazî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ye (PJAK), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) tohmetbarkir ku ew bi daxwaza Îran û Tirkiyê tevdigere û dixwaze şer biqewime.

    Daxuyaniya YRK baskê serbazî yê PJAKê di demekê de ye, ku herdu aliyên PDKÎ û PDK Rojhilat beşek ji pêşmergeyên xwe li ser sînor bicih kirine.

    Her du aliyan tekez kirine, ku şandina hêzên pêşmerge yên wan li ser daxwaz û biryara serkirdatiya partiyên wan bi xwe bûye û armanc ji şandina hêz ber bi sînor ve jî, xurtkirina çalaiyên wan di nav Rojhilatê Kurdistanê de ye.

    PDKÎ û PDKê herwiha red kirine, ku hêzên xwe paşde bikişînin û tekez kirine, ku ew bi ti awayî daxwaza PKKÊ bi rewa nabînin û li ser tiştek wisa jî gotûbêjan bi ti aliyekê re nakin.

    Piştî ku PDKÎyê di meha borî de beşek ji hêzên pêşmerge yên xwe ber bi sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ve sand, çekdarên PKKê rê li ber wan girtin û ew dorpêç kirin û nehîştin ew derbasî Rojhialtê Kurdistanê bibin. Piştî çend rojan di navbera çekdarên PKKê û pêşmergeyên PDKÎyê de şer derket û di encam de pêşmegeykî PDKÎyê şehîd bû û çend pêşmerge jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    PKK û PDKÎ carek din li hev dicivin
    PDKÎ serkeftina HDPê pîroz kir
    Naveroka civîna PDK û PDKÎ
    Medyaya PKKê êrişî Barzanî û PDKÎ dike
    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
    Civîna PKK û PDKÎ çênebû
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Nûnerê KCK:`Me êrîş ser PDKÎ nekiriye û kes nikare li ser dijmintiya PKKê bibe hêz`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PDKÎ: Em naxwazin şerê me û PKKê çêbibe
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de