21:13 23 Adar 2017
Zindî
    YPG

    Rewşa dawî li Girê Spî- YPG mal bi mal li DAIŞê digere

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Piştî ku duh bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bi temamî hat kontrolkirin, hêzên YPGê niha mal bi mal digerin ji bo ku piştrast bibin ti çekdarekî DAIŞê xwe di nav malan de veneşartiye.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, şervanên YPGê û hêzên Lîwaya Eltewhîd deriyê sînorî yê navbera Girê Spî û Bakurê Kurdistanê kontrol kirin û êdî ti şer li nav bajêr nemaye.

    Her wiha, li gor zanyariyên Rûdawê, hêzên Volkana Feratê li aliyê rojavayê Girê Spî pêşde diçin û niha derdora 7 kîlometran dûrî Girê Spî ne.

    Ji bilî wê, li gor agahiyên Rûdawê, çekdarên DAIŞê li Girê Spî û gundên ser bi wê ve, ji hev ketine.

    Her wiha, Rûdaw ragihand ku piştî kontrolkirina Girê Spî, bajarokê Eyn Îsa û beşekî bajarokê Sirînê yê girêdayî Kobanê hîn nehatiye stendin, eger ew jî bên kontrolkirin êdî ti navçeyeke Rojavayê Kurdistanê di destê DAIŞê de namîne.

    Bi heman mijarî:

    Deriyê Sînor ê Girê Spî-Akçakale ket destê YPG’ê
    Şer li kolanên Girê Spî tê meşandin
    YPG: Rêya Girê Spî-Reqa hate girtin, 18 gund hatin rizgarkirin
    Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya YPG
    Şervanên YPGê derbasî nav bajarê Girê Spî bûn
    Hêzên YPG’ê gihiştin Girê Spî
    Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber
    DAIŞ bi zorê kurdan ji Girê Spî der dixe
    Barzan Îso: `DAIŞ li Girê Spî gel dike mertalê zindî`
    Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de