14:56 21 Cotmeh 2017
Zindî
    DAÎŞ

    `500 çekdar ji Tirkiyê çûn pişta DAIŞê bigrin`

    © AFP 2017/ Tauseef MUSTAFA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Hat ragihandin ku 500 kesên çekdar ji bo piştgiriya DAIŞê, ji Tirkiyê derbasî herêma Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê bûne.

    Şer û pevçûnên tund di navbera hêzên Volkana Ferat-YPG û çekdarên DAIŞê de li herêma Girê Spî didome. Hêzên Volkana Ferat pêşde diçin û herî dawî derbasî nav Girê Spî bûne.

    Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê sibê derdora 500 kesên çekdar ji deriyê sînorî yê Akçakaleyê re derbasî herêma Girê Spî bûne.

    Li gorî agahiyan, wan çekdaran bi hêceta rizgarkirina mirovên xwe yên ji ber şer li aliyê Sûriyê asê mane, derbasî bûne.

    Tê gotin ku ew kesên çekdar çûne wir ji bo ku di şer de pişta DAIŞê bigirin.

    Heta niha bi hezaran kesên sivîl ên herêma Girê Spî ji ber şer reviyane Tirkiyê.

    Cara herî dawî 2 hezar û 800 kes derbasî Tirkiyê bibûn.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Rêya Girê Spî-Reqa hate girtin, 18 gund hatin rizgarkirin
    Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya YPG
    Şervanên YPGê derbasî nav bajarê Girê Spî bûn
    Hêzên YPG’ê gihiştin Girê Spî
    Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber
    DAIŞ bi zorê kurdan ji Girê Spî der dixe
    Barzan Îso: `DAIŞ li Girê Spî gel dike mertalê zindî`
    Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
    Girê Spî- DAIŞ xwe ji revê re amade dike
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de