19:35 20 Îlon 2017
Zindî
    Kerkûk

    Kurd dixwazin çarenivîsa Kerkûkê diyar bikin

    Sputnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 610

    Aliyên siyasî yên kurd li Kerkûkê konferanseke rojnamevaniyê derbarê rewşa Kerkûkê pêk anîn û daxwaz kirin ku aliyên kurdî çarenivîsa wê parêzgehê diyar bikin.

    Di wê konferansê de, aliyên siyasî yên kurdî, daxuyaniyek xwendin û tê de gotin, pêşniyar hat kirin ku berpirsên yekem ên aliyên siyasî bicivin û tê de biryarê li ser çarenivîsa Kerkûkê bidin. Herwiha pêşniyar kirin ku, Encumena Parêzgeha Kerkûkê bersiva daxwaza Dozxurmatu derbarê vegera wê bo ser parêzgeha Kerkûkê bide.

    Aliyên siyasî yên kurdî li Kerkûkê daxwaz dikin ku pêgeha Kerkûkê di destûra Kurdistanê de were diyarkirin, herwiha mafên wê parêzgehê têkevin nava destûr de.

    Aliyên kurdî dixwazin pêwendiyên Kerkûk û hikûmeta navendî bên gotûbêjkirin û çarenivîsa wê, bi taybetî piştî qutkirina bûdceya Kerkûkê ji aliyê Bexdayê ve, were diyarkirin.

    Beriya çend rojan, Encumena Parêzgeha Kerkûkê bi beşdarbûna Parêzgar Necmedîn Kerîm hat lidarxistin, Piştî civînê, Kerîm diyar kir ku qesta wan ji civînê, siyasî nebûye û got, em tenê dixwazin arîşeyên darayî yên Kerkûkê çareser bikin.

    Kerîm ragihand ku ji sala 2013ê ve pişka petro-dolarê ya Kerkûkê nehatiye dayîn û got, Bexda pere ji Mûsilê re dişîne lê ji Kerkûkê re naşîne.

    Parêzgarê Kerkûkê da zanîn ku hikûmeta Iraqê zêdetirî 3 milyar dînar tenê ji bo paqijkirina Mûsilê şandiye û wiha got: `Qey Bexda dixwaze rêkên Mûsilê ji bo DAIŞ paqij bike da ku bi hêsanî bikarin êrişî Pêşmerge bikin!`

    Bi heman mijarî:

    Kerkûk – ‘Civîna qederê’ dest pê kir
    Tirkiye dixwaze konsulxaneyên xwe li Kerkûk û Besrayê veke
    Kerkûk – Komek çekdarên DAIŞê hatin girtin
    Kerkûk – 20 pêşmergeyên amerîkî şerê DAIŞê dikin
    Kerkûk- Hêzên Pêşmerge armanca xwe bi cîh anîn
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de