06:29 24 Hezîran 2018
jinên kurd-ypg-ypj

Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya YPG

© Sputnik/ Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Şervanên YPG’ê gundê Cisêriyê ya li ser riya di navbera Girê Spî û Reqayê rizgar kirin, bi vê yekê riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket destê hêzên YPG de. Şervanan li rojavayê Girê Spî jî 4 gundên din rizgar kirin.

Li gorî agahiyên ANHA’yê, şervanên YPG/YPJ’ê saet di 12.15’an de gundê Cisêriyê yê 17 kîlometran başûrê Girê Spiye û dikev ser riya di navbera Girê Spî û Reqayê rizgarkirin. Bi vê yekê riya bi di navbera Reqa û Girê Spî bi temamî ket bi bin serweriya şervanan de.

Şervanên YPG’ê di heman demê gundên Hicaciyê, Xatoniyê û Mindalî ên dikevin rojavayî Girê Spî de ji çeteyan paqij kirin. Opersyonên şervanên YPG’ê û Burkan El-Firat ên ji bo rizgarkirina Girê Spî bê navber didome û pêşveçûna şervanan bê navber û bi lez dom dike.

Bi heman mijarî:

Şervanên YPGê derbasî nav bajarê Girê Spî bûn
Hêzên YPG’ê gihiştin Girê Spî
Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber
DAIŞ bi zorê kurdan ji Girê Spî der dixe
Barzan Îso: `DAIŞ li Girê Spî gel dike mertalê zindî`
Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
Girê Spî- DAIŞ xwe ji revê re amade dike
Etîketan:
Kurdistan, Sûrîye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de