16:16 14 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Parlamentoya kurdên êzîdî tê avakirin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bi piştgiriya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, `parlamentoya kurdên êzîdî`tê avakirin.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 5ê vê mehê li bajarê Dihokê bi endamên Encumena Rûhanî ya Êzîdiyan û Mala Êzîdiyan re civiyabû.

    Şêwirmendê Encumena Rûhanî ya Êzîdiyan, Kerîm Silêman ku tevlî civîna Serokwezîr Barzanî bibû, ji Rûdawê re got, beriya bûyerên Şingalê jî me daxwaza avakirina Encumena Bilind a Êzîdiyan kiribû. Salekê beriya niha me ev pêşniyar bi fermî pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, wî jî dabû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, lê ji wê demê ve tiştek nehatibû kirin.

    Kerîm Silêman da zanîn ku wan di hevdîtina digel Nêçîrvan Barzanî de dîsa mijara avakirina wê encumenê anîn rojevê û got, Nêçîrvan Barzanî piştgiriya vê yekê kir û got, di demek nêzîk de wê fermana bicîhanîna wê bide.

    Meha Kanûna par, li devera Sinûnê ya Şingalê û bi piştgiriya PKKê, Encumena Êzîdiyan hat avakirin, lê ji aliyê hikûmet, serokatî, parlamento û partiyên Başûrê Kurdistanê ve nehat qebûlkirin.

    Li gorî wî mezinê êzîdiyan, encumena ku tê avakirin bi wê encumena ku ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin re ferq dike çimkî her kes dê bikaribe bibe endamê/a wê encumenê. Şertê endamtiyê tenê êzîdîbûn e.

    Kurê Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg, Hazim Mîr Tehsîn Beg jî li ser vê yekê got, Mîr Tehsîn Beg sala 1997ê daxwaza avakirina encumeneke wiha kiribû. Nêçîrvan Barzanî niha piştgiriya avakirina vê encumenê dike û emê jî xwe ji avakirina wê re amade bikin.

    Encumena Rûhanî ya Êzîdiyan ji Mîr Tehsîn Beg, Babe Şêx û hinek mezinên din pêk hatiye, lê gellek caran rastî gilî û rexneyên êzîdiyan tê. Êzîdiyên nerazî dibêjin, ew encumen ku piraniya endamên wê Şêxanî ne, nûnertiya hemû êzîdiyan nake.

    Kurê Mîr Tehsîn Beg diyar kir ku ew encumena nû wê wek parlamentoya êzîdiyan be û ji hevrikiyên siyasî û partîtiyê dûr bimîne. Nûnerên hemû êzîdiyan wê tê de cîh bigirin. Navenda wê jî wê yan li Şêxan yan jî li Hewlêrê be.

    Parlamenterê êzîdî yê Kurdistanê Şêx Şamo jî li ser avakirina Encumena Bilind a Êzîdiyan got, helbet em piştgiriya wê dikin, lê divê tenê li ser bingeha olî û netewî kar bike.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera êzîdî: Li Dihokê êzîdiyan dikin mesîhî
    REQA- DAIŞ bazara keçên kurdên êzîdî vekiriye
    Keçek êzîdî di operasyona Amerîkayê de rizgar bû
    Parlamenterê êzîdî: DAIŞ zarokên êzîdî fêrî şer dike
    Kurdên êzîdî piştgiriya xristiyanên Rûsayayê xwestin
    Mesûd Berzanî ligel nûnerên kurdên-êzîdî civya
    Komek din ji kurdên êzîdî rizgar bûn
    18 kurdên êzîdî rizgar bûn
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de