05:03 28 Hezîran 2017
Zindî
    Şervanên YPG

    Şervanên YPGê derbasî nav bajarê Girê Spî bûn

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Hêzen YPGê ji aliyê rojhilat û başûrê rojhilat ve ketin bajarê Girê Spî (Til Ebyed) de.

    Li gorî nûçe û agahiyên malperên nêzîkî PYDê, şervanên YPGê şevê din piştî ku Çemê Cellab derbas kirin û pireya li ser çem û girê li dora bajar bidest xistin, ji aliyê rojhilat û başûr ve ketin navenda Girê Spî de.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, niha li taxa Meşhûr fokanî ya li rojhilat û taxa Meşhûr Tehtanî ya li başûr rojhilatê bajêr pevçûn didomin.

    Li aliyê din, şervanên YPGê kîlometrekê nêzîkî deriyê sînorî yê navbera Girê Spî (Rojava) û bajarokê Akçakaleyê yê Rihayê (Bakur) bûne û di navbera wan û çekdarên DAIŞê de şer didome.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên YPG’ê gihiştin Girê Spî
    Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber
    DAIŞ bi zorê kurdan ji Girê Spî der dixe
    Barzan Îso: `DAIŞ li Girê Spî gel dike mertalê zindî`
    Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
    Girê Spî- DAIŞ xwe ji revê re amade dike
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de