07:24 28 Nîsan 2017
Zindî
    DAIŞê bi çekên kîmyayî êrişî YPGê kir!

    Hêzên YPG’ê gihiştin Girê Spî

    © REUTERS/ STRINGR
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Hêzên YPG ji milê Rojhilat ve gihiştin riya ketina Girê Spî. şervanên Burkan El-Firat jî ji milê rojavayê Girê Spî nêzîk bûne û pêşveçûna xwe didomînin.

    Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA’yê ragîhandina şervanên YPG/YPJ’ê di roja 38’an a Pêngava Fermandar Rûbar de ve ji aliyê rojhilatê bajarê Girê Spî pêş ve çûne û gihiştina deriyê ketina bajarê Girê Sîpî (Til Ebdyedê). Nûçegîhanan diyar kirin ku şervanên YPG/YPJ’ê di saetên pişî nîvro  gundên Cindadî, Îdanan, Ebû Gabar û Ên Silûk ên rojhilatê Girê Spî ji çeteyan paqijkirine, bi vê yekê şervanên YPG’ê riya ketina bajaroka Girê Spî.

    Odeya Çalakiyên Burkan El-Firat îro di saetên sibê de hemelyeke li rojhilatê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê lidarxist û di encamê de derbeyên giran li çeteyan dan. Odeya Çalakiya a Burkan El-Firat îro di saetên sibê de 6 gundên bi navê Ebû Xerza, Ebû Dihûr, Bedriya, Xirbet Ebûd, Terba û Çoxedar, Gundên Rafa, Sukeriya Niêm, Debeş, Ebû Xeze, Boxa Şerqî, Boxa Xerbî, Humêra Berekat, Humêra Hemo, Filêha, Kesas, Feran û Nihêta ên girêdayî Girê Spî ji çeteyan rizgar kirin. Gundên hatine rizgarkirin 65 kîlometreyan li rojhilatê Kobanê dikevin. Bi vê yekê jî şervanên Burkan El- Firat di milê rojavayê Girê Spî nêzî bajaroka Girê Spî bûne.Li gorî agahiyan tê gotin ku îhtîmaleke mezin Şervanên Burkan El-Firat ji milê rojavayê Girê Sprî bighêjin bajar.

    Bi heman mijarî:

    Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber
    DAIŞ bi zorê kurdan ji Girê Spî der dixe
    Barzan Îso: `DAIŞ li Girê Spî gel dike mertalê zindî`
    Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
    Girê Spî- DAIŞ xwe ji revê re amade dike
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de