06:32 24 Hezîran 2018
Keçkên şervan yên YPG

YPJ “Asayişa Jinan” li Şingalê dadimezrîne

© REUTERS /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

YPJ radighîne ku şervanên wê hêza “Asayişa Jinan” li navçeya Şingalê damezrandine, berdevka YPJ jî dibêje ku ew “hêviya gel”in.

Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Arjîn Botan îro, 13ê Hezranê, ji malpera Rojnews, a PKK, re radighîne ku ji bo “tolstandina jinên êzdî” wan yekemîn hêza asayişa jinan li Şingal damezrand. Arjîn Botan di nav gotinên xwe dibêje jî ku, hemû endamên wê hêza asayişê ji “jinên êzdî” ne. Botan dide zanîn jî ku, armanc ji damezrandina wê hêza asayişê li Şingalê ji aliyê YPJ ve “parastina jinan û civakê” ye. Berdevka YPJ dibêje jî ku “pişît fermana 73an a li ser êzdiyan, em bûne hêviya gel.” Berî niha dezgehên fermî yên cuda li Herêma Kurdistanê ragihandibû ku, Şingal beşek ji Herêma Kurdistanê ye û ew qebûl nakin ku ti alî û hêzek gavekê berovajî yasayê û derveyî desthilata fermî ya Herêma Kurdistanê biavêje.

Etîketan:
Rojhilata Navîn, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de