20:01 21 Sibat 2017
Zindî
    Kemal Kerkûkî

    Kerkûkî: Çareserî serxwebûn e

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Berpirsê eniya Kerkûkê ya Pêşmergeyên Kurdistanê radighîne ku, çareseriya tevaya arîşeyên kudan “ragihandina serxwebûn ye” tekez dike jî ku “Pêşmerge ji navçeyên madeya 140 venakêşin.”

    Kemal Kerkûkî di hevpeyvînekê li gel govareke erebî de got: “Berî cenga cîhanî ya yekem û bi dirêjahiya dîrokê, ti carî  Kurdistan li çiyayê Hemrînê û bi ser ve, ser bi Iraqê ve nebûn û bi zorê bi Iraqê ve ahtiye girêdan.” Kerkûkî ji govara Nîqaş re amaje dike ku, tu carî baweriya kurdan bi Iraqê “nebû” û wiha berdewam dike: “Careke di bi rêya nedayîna çekan bi Hêzên Pêşmerge û birîn budceyê, Kurdistanê ketiye ber tirsa jenosîdê, lewma divê kurd serxwebûnê ragihînin bo çareserkirina tevaya arîşeyan, ji ber ku eger kurd wiha bimînin, dê ber bi nemanê ve biçin.” Ew fermandarê Pêşmerge daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike ku ferman bide Parlementoya Kurdistanê daku dest bi referandûmê bike û gelê kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Kerkukî aşkere kir ku “azadkirina Şingalê nêzîk e” derengketina rizgarkirina wê jî bo “piştgiriya gundên erebnişîn ên navçeyê ji DAIŞê re” vedigerîne. Fermandarê Pêşmerge li eniya Kerkûkê tekez dike jî ku, ew ji navçeyên madeya 140 venakêşin û got: “Pêşmerge, Kerkûk û xelkên wê û navçeyên din ên veqetandî bi cudahî parastine, lewm dê her li wêde bimîne û erkê xwe encam bidin.”

    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de