11:58 18 Tebax 2017
Zindî
    Şervanên YPG

    Silug di bin dorpêça YPG de ye

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Şervanên YPG bajarokê Silug bi temamî dorpêç dikin, bi alîkariya firokeyên hevpeymanan jî êrîşî çekdarên DAIŞê dikin.

    Li gor Navenda Ragihandina Yekîneyî Parastina Gel (YPG), şervan ji aliyê rojhilatê Silugê vekişiyan, ji ber ku çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ew navçe bombekiribûn. Niha jî Silug bi temamî ji aliyê şervanên YPG û grûpên din ên mixalefeta Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin, li hin aliyan jî tenê 10 K.M ji Girê Spî dûrin, li gor daxuyaniyeke Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan. Şervanên YPG ligel şervanên grûpên ser bi mixalefeta Sûriyê ve ji Kobanê û Serê Kaniyê dest bi operasyona azadkirina Girê Spî (Til Ebdiyed) kiribûn, niha jî ji aramanca xwe nêzîk bûne. Girê Spî take dergeh e ji çekdarên DAIŞê re ku wan bi Tirkiyê ve girdêdide. Bi rizgakirina wê navçeyê ve, dê sînorê di navbera Sûriyê-Tirkiyê de li pêş çekdaran bê girtin. Herwiha şervan bi alîkariya firokeyên hevpeymanan niha êrîşî çekdarên DAIŞ li nava Silugê dikin, tê çaverêkirin ku di demên bê de ew bajarok bikeve bin kontrola şervanan de.

    Etîketan:
    Sûrîye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de