05:00 28 Hezîran 2017
Zindî
    Pêşmerge- Mûsil - operasyon - eniya şer

    ŞINGAL- Şerekî pir giran qewimî

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li navçeya Şingalê, çekdarên rêxistina DAIŞê 2 caran êrişî ser çeperên Pêşmerge kirin û di encamê de şerekî pir giran derket.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, şevê din saet 12 çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kirin û şer heta 01:30 sibehê berdewam kir. Wan çekdaran saet 04:00ê sibehê dîsa êriş kirin û şer di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de 2 saetan dirêj kir, lê di herdu êrişan de ew dihatin şikestin.

    Li gor agahiyên Rûdawê, di wî şerî de, zêdetirî 10 termên DAIŞê li cihê şer man û li gorî agahiyan Hêzên Pêşmerge 65 çekdarên wan kuştin. Herwiha 2 Pêşmerge şehîd bûne û 7ê din jî birîndar bûne.


    Bi heman mijarî:

    Şingal – bikêmanî 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    ŞINGAL- Di nava 24 saetan de 16 xanî teqandine
    ŞINGAL- Şerê kolanan
    Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de