23:07 18 Tebax 2017
Zindî
    Qeza

    Ji ber qeza tirafîkê 2 kes mirin, 9 birîndar

    © AP Photo/ Frank Augstein
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Ji ber qeza tirafîkê ku li gundê Cefir yê başûrê bajarê Til Temir pêk hat, xwîşk û bira jiyana xwe ji dest dan û 9 kes birîndar bûn.

    Saet di 11.00’an li riya ketina gundê Cefir yê herêma Çiyayê Kizwanan ku dikeve başûrê Til Temir qeza tirafîkê pêk hat. Di encamê de xwîşk û berayê bi navê Mihemed Ehmed Dîbo û Nişmiya Ehmed Dîbo jiyana xwe ji dest dan, her wiha 9 kes birîndar bûn. Di nav birîndaran de zarok jî hene.

    Şahidên bûyerê diyar kirin ku otomobîl ji bin kontorla ajokar derket, ji rê derket û teqle bû. Şahidê bûyerê destnîşan kir ku şervanên YPG/YPJ’ê yên li nêzî herêmên bûn birîndar bi lez rakirin navenda tenduristiyê ya Til Temir û ji wir jî birin nexweşxaneya Serêkaniyê.

    Cenazeyên xwîşk û birayan radestî malbatan hate kirin û li goristana gundê Cefir hatin veşartin.


    Bi heman mijarî:

    DAIŞ dêrek li Til Temir bi temamî rûxand
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de