01:20 23 Adar 2017
Zindî
    Parlementerê HDPê Sirri Sureyya Onder

    Onder: Hevpeymaniyeke niştimanî pêwîst e

    © Flickr/ HDP
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamê şanda HDPê bo Îmralî, Sirri Sureyya Onder ragihand ku Ii Tirkiyê pêwîstî bi hevpeymaniyeke niştimanî heye.

    Şanda HDP bo Îmralî konferanseke rojnamevaniyê lidar xist û tê de Sirri Sureyya Onder behsa pêvajoya aştiyê li Tirkiyê kir.

    Ji ber ku ew pêvajo ji berya 3 mehan ve rawestiyaye, Onder daxwaz kir jibo pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bibe û bihêztir jî bibe. Bila demek dirêj bi ser de derbas nebe û ev pêvajo kevin nebe.`

    Perlementerê HDPê, Sirri Sureyya Onder wiha got: `em rê nadin jibo careke din kes şer bîne vî welatî, ji ber ku em bûn hêviyek ji xelkê re.`

    Onder ragihand: `divê hevpeymaniyeke niştimanî di nava Parlamentoya Tirkiyê de bi beşdariya hemû aliyan pêk were da ku aştî li welat belav bibe. Ew hevpeymanî wê baştir be ji hevpeymaniyekê bo pêkanîna hikûmetê.`


    Bi heman mijarî:

    Fîkrî Işik: ‘Piştî 7’ê hazîranê pêvajo di parlementoyê da bidome`
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de