02:23 22 Sibat 2017
Zindî
    Mesrûr Barzanî

    Barzanî: Iraq mezintirîn piştevanê DAIŞê ye

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Iraq mezintirîn piştevanê nerasterast ê çekdarên DAIŞê ye.

    Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şandeke medyakarên Kuweytê re civiya. Mesrûr Barzanî di vê civînê de ragihand, DAIŞê dest daniye ser gellek çekên pêşketî yên artêşa Iraqê, ji ber wê jî pêşmerge, ji bo şerê li dijî DAIŞê û bo jinavbirina wê, pêdivî bi çekên baştir û pêşketîtir heye.

    Mesrûr Barzanî got ku `dûrxistina metirsiyan ji navçeyê pêwsîtî bi hewlên me hemûyan heye û pêwîst e em hemû bi hev re kar ji bo vê armancê bikin.`

    Her wiha, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku `mezintirîn piştevanê nerasterast ê DAIŞê, Iraq bi xwe ye, ji ber ku piştî revîna artêşa Iraqê ji Musilê, ew hemû çekên baş û pêşektî ketin dest çekdarên DAIŞê.

    Mesrûr Barzanî behsa wê yekê jî kir, ku jinavbirina DAIŞê girêdayî bi cidîbûna civaka navdewletî ye, herwiha rûxandina DAIŞê di aliyê hizrî û îdeolojiyê de ye û jibo vê yekê demek dirêj pêwîste.

    Derbarê sedemên çêbûna DAIŞê de jî, Mesrûr Barzanî got ku `ew rewşa ku piştî rûxana rejîma berê li Iraqê çêbû, alîkariya çêbûn û bihêzbûna DAIŞê kir.`

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî:`Serxwebûn mafek rewa ye, ne xewın e`
    Etîketan:
    Kurdistan, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de