09:19 28 Nîsan 2017
Zindî
    Şervanên YPG

    Til Ebyed - Hêzên YPGê û Volkana Feratê pêşde diçin

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Hêzên Volkana Feratê û şervanên YPGê bi alîkariya balafirên şer ên hêzên hevpeyman hinek gundên din ên Kobanê ji DAIŞê stendin. Hat ragihandin ku hêzên navborî ber bi Til Ebyedê ve pêşde diçin.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, hêzên Volkana Feratê niha tenê 10 km dûrî bajarokê Eyin Îsê yê girêdayî bajarê Til Ebyedê ne.

    Wek Rûdaw radighîne, heger Eyin Îsê bê girtin wê demê Kobanê û herêma Cizîrê yekser bi hev ve tên girêdan.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, ew gundên hatine standin, ev in: Ebû Sirrê, Niêta, Etşanê û Şiwêhan ku 75 km dûrî Kobanê ne.

    YPGê jî ragihand ku şervanên wan li rojava û başûrê rojavayê Serêkaniyê çend gundên din ji DAIŞê stendine û tenê 3 km ji  bajarokê Silûkê yê Til Ebyedê dûr in.

    Ji aliyekî din ve, rayedarên Tirkiyê ragihandin ku duh 2 hezar welatiyên herêma Til Ebyedê ji ber şer derbasî Tirkiyê bûne.

    Li gorî rayedarên Tirkiyê, heta niha nêzîkî 7 hezar kes ji herêma  Til Ebyedê ku piraniya wan ereb in, reviyane Tirkiyê.

    Bi heman mijarî:

    Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber
    DAIŞ bi zorê kurdan ji Girê Spî der dixe
    Barzan Îso: `DAIŞ li Girê Spî gel dike mertalê zindî`
    Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
    Girê Spî- DAIŞ xwe ji revê re amade dike
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de