07:38 25 Nîsan 2017
Zindî
    Fuad Husên

    Husên: Derbaskirina benda hilbijartinan ji aliyê HDPê ve şoreşek

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, diyar kir ku heger Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) benda hilbijartinên Tirkiyê derbas nekiriba wê çaxê `rewşa siyasî û pêvajoya çareseriyê` diket metirsiyê.

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, tevlî bernameya Çarqolî ya Rûdawê bû û bersiva pirsên pêşkêşvanê bernamê Rêbwar Kerîm Welî da.

    Fuad Husên li ser encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyê axivî û ragihand ku heger HDPê benda hilbijartinan derbas nekiriba wê demê li derveyî parlamentoyê dima û wiha axivî: `ev jî tê wê wateyê ku partiyeke kurdî li derve dima û ev yek dikarîbû biba sedema têkçûna pêvajoya çareseriyê, her wiha, arîşeyên mezintir bi xwe re anîba`.

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê anî ziman ku HDP li Parlamentoya Tirkiyê nûnertiya rewa, qanûnî û demokratîk a gelê Kurdistanê dike û wiha got:`hinek dibêjin ev partî, partiya kurdan nîne, lê ne wisa ye çimkî serokatiya wê partiyê di destê kurdan de ye. Îhtimal heye %3ê dengên AKP ji HDPê re çûbin. Ew jî dengên Kurdan in, yanî alîgirên kurd ên AKPê dengên xwe dane HDPê. Îhtimala wê jî heye ku HDPê %2ê dengên partiyên çep jî bidest anîbe. Bi giştî kurdan pişta wê partiyê girtin û ew derxistin pêş.`

    Li gorî wî rayedarê Herêma Kurdistanê, çûyîna hêzeke kurdî bi awayekê qanûnî û demokratîk bo nav Parlamentoya Tirkiyê, di dîroka Tirkiyê de `şoreşek mezin` e.

    Fuad Husên di berdewamiya gotinên xwe de got ku êdî dewlet dikare bi nûnerên kurdan re rûnê û yên ku pir tûj û li dijî Kurdan bûn jî êdî nikarin tiştekî bêjin, çimkî êdî nûnerên kurdan derbasî parlamentoyê bûne.

    Husên anî ziman ku dewlet divê him bi Ocalan re diyalogê bidomîne, him bi Qendîl re him jî bi nûnerên Kurdan ên ku derbasî parlamentoyê bûne.

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên destnîşan kir ku êdî pirsgirêka kurd li Tirkiyê ji mijareke ewlehiyê bûye mijareke siyasî û wiha anî ziman: `Êdî hevdîtinên ku li ser doza kurd tên kirin ji zîndan û çiyê derbasî parlamentoyê bû, çimkî êdî nûnerên kurd bi fermî û qanûnî derbasî parlamentoyê bûne ji ber wê jî doza kurd pêşde çûye.`

    Fuad Husên ragihand ku eger hikûmeta nû pêk neyê wê çaxê kirîz çêdibe û îhtimala hilbijartinên pêşwext heye û wiha axivî: `heger hilbijartinek din bê kirin wê zirar bêtir li AKPê bê. Lê gelo HDP wê bikaribe dengên xwe biparêze yan na.`

    HDPê di hilbijartinên 7ê vê mehê yên Tirkiyê de %13.1ê ji dengan bidest anîbû û derbasî parlamentoyê bû.

    Bi heman mijarî:

    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`
    Eksper: `Koalîsyona HDP û AKP real e`
    Karasû: HDP karekî xelet dike
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de