10:10 26 Adar 2017
Zindî
    Jin û zarên êzîdî ji dest DAÎŞ`ê  hatin rizgarkirin

    Parlamentera êzîdî: Li Dihokê êzîdiyan dikin mesîhî

    © Foto: Osman Ba]qali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Parlamentera êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl di hevpeyvîna xwe bi Rûdawê re ragihand ku hinek saziyên tebşîrî yên mesîhî dema alîkariyên mirovî didin penaberan, belavok, pirtûk û Incîlê didin wan û wan vedixwînin ser ola mesîhiyetê.

    Dexîl da zanîn ku ew kar bêtir li nav kampên penaberên ku li parêzgeha Dihokê hatine bicîhkirin tê kirin û ragihand, navendên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ji vê rewşê hatine agahdarkirin.

    Parlamentera kurd a êzîdî li hember vê yekê bi tundî nerazîbûn nîşan da û got, ev karê ku saziyên han dikin bêexlaqî û karekî nemirovane ye.

    Lê rêveberê karûbarên mesîhiyan li Herêma Kurdistanê, Xalid Cemal Elbîr ji Rûdawê re ragihand ku çend dêrên cîhanî ji sala 1991ê ve li Başûrê Kurdistanê kar dikin û mohleta fermî ji me stendine. Her wiha çend saziyên xêrxwazî-mesîhî alîkariya penaberên êzîdî, mesîhî, şebek û ereb dikin, lê ti saziyekê ji bo karê tebşîrî û xebatên olî destûr û mohlet wernegirtiye.

    Xalid Cemal Elbîr li hember gotinên Viyan Dexîlê jî nerazîbûn nîşan da û got, bila Viyan Dexîl navê wan saziyên ku êzîdiyan dikin mesîhî, eşkere bike.

    Li gorî Elbîr, hinek saziyan bi serê xwe Incîl di nav penaberan de belav kirine.

    Tê zanîn, piştî ku DAIŞê par havînê êrişî devera Şingalê û Zûmarê kir, bi hezaran malbatên êzîdî bûn koçber, her wiha bi hezaran kes jî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin.  Piraniya penaberên êzîdî li parêzgeha Dihokê hatine bicîhkirin.

    Bi heman mijarî:

    REQA- DAIŞ bazara keçên kurdên êzîdî vekiriye
    Keçek êzîdî di operasyona Amerîkayê de rizgar bû
    Parlamenterê êzîdî: DAIŞ zarokên êzîdî fêrî şer dike
    Kurdên êzîdî piştgiriya xristiyanên Rûsayayê xwestin
    Mesûd Berzanî ligel nûnerên kurdên-êzîdî civya
    Komek din ji kurdên êzîdî rizgar bûn
    18 kurdên êzîdî rizgar bûn
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de