21:40 22 Hezîran 2017
Zindî
    Çaglar  Demîrel - Parlamentera  HDP`ê

    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3710

    Parlamentera HDP`ê ya nûhilbijartî Çaglar Demîrel dibêje, `Heya ku pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê neke û xebat neyên meşandin, emê bi AKP re xebat nakin`.

    Di hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê de  ku 7-ê hezîranê hat lidarxistin, HDP %13,2 deng wergirt û di parlamentoyê de 80 kursî bidest xist.  Li gorî encamên hilbijartinan, ti partî nikare bi serê xwe hikumetê saz bike. Lêgerînên koalîsyonê êdî destpê bûne. 

    Peymanêra Spûtnîk Kurdistan Gulnûş Ergul encamên hilbijartinê û mercên hevkariya HDP û AKP ji Parlamentera  HDP`ê ya nûhilbijartî Çaglar Demîrel  pirsî:

    Wekîla HDPê a Amedê Çaglar  Demîrel  dibêje em ji hilbijartinek dîrokî re derbas bûn, sistema AKPê ne dixwast HDP ji bendavê derbas bibe. Leyistok û dek û dolaban li ser gelê kurd  dikirin, gel jî heya roja hilbijartina sekinî û bersiva xwe di sindoqan de da wan. 

    Çaglar  Demiral balê kişand ser êrişên ku HDP hatiye kirin û got ku deshilatdariya AKPê 2 mehên dawî gelek êriş li ser HDP kir. Armanca wan ew bû ku, HDPê di bin bendavê de bihêlin lê gelê kurd hişyar bû, ji 7 salî heya 70ê salî her kes ji bo na HDP piştgirî da û gel  got ku em li irada xwe xwedî derdikevin.Tu kes nikare bi irada me bileyze.  Em ji bo na vê kedê  gelê xwe pîroz dikin.

    Demîrel  ragihand ku heya ve gavê AKP digot tenê em hene  û qanuna li gor dilê xwe diguherandin: “ Lê ji îro pêda  çar partî di parlementoyê da ciyê xwe bigrin. HDP kilît e. Yên ku kilîtê veke, HDP ye.  Êdî  bingeha HDPê hatiye fahm kirin. HDP  li Tirkiyeyê ji bo aşitî, demokrasî û azadiyê  deriyê xêrê veke”. 

    Demîrel  got ku İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike, ji ber ku  AKP li Kobanê li Şengalê ji bo gelê kurd tiştek nekir: “Heya ku pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê neke û xebat neyên meşandin, em bi AKP re xebat nakin. 2 meh zêdetirê ku bi Serokê PKK Öcalan re hevdîtin nehatiye çê kirin. AKP dibêje; her tişt di destê me de ye. Em her dem dibêjin ku pêvajoya aşitiyê ji bo gelan pewist e. Niha jî em dibêjin; ji bo hilbijartina pêvajo aşitiyê  naye qut kirin. Ji îro pêda pêvajo ji bo me giringtir e. ji bo pêvajoyê çi hewce bike em ê tekoşina xwe bidomînin”.

    Bi heman mijarî:

    Eksper: `Koalîsyona HDP û AKP real e`
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de