06:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    Xalid Berkel

    Berkel: `Pêdîviya Kobanê bi korîdorên merovî heye`

    © Sputnik/ Rewshan Khalil
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1310

    Deh hezaran şênîyên kantona Kobanê vegerîyan gund û bajarê xwe. Lê li gorî Xalid Berkel Cîgirê Serokê Kantona Kobanê, pêdîvîyên jiyanê li Kobanê tunene. Ji ber vê yekê pêdîvî bi korîdorên merovî heye.

    Piştî Kongreya Amedê ya `Jinûvaavakirina Kobanê`, gelek alav û alîkarî ji Bakur derbasî Kobanê bû. Lê belê rêveberiya kantonê tekez dike, heta ku korîdora mirovî venabe, rewaş şêniyên kantona Kobanê wê dijwartir be. 

    Xalid Berkel ku di heman demê de endamê Koordinasyona Kongre ye, li ser rewşa îroyîn a jiyana kantona Kobanê ji Spûtnîk Kutdistan re nirxand.

    Rewşan Xelîl ji Rohavayê Kurdistanê radigihîne. 

    Cîgirê serokê kantona Kobanê Xalid Berkel dijwariyên sereke weha rêz dike: “DAIŞ hemî alav û malên gel dizîne, hetta mirîşik û pezên gel hatine dizîn.Gelê me bi zehmetîyên dijwar re rû bi rû maye. Me di pratîkê de hinek gav avêtin. Lê ji ber nebûne derfetan, gavên me têrî pêdîvîyên jiyanê li vir nakin. Pêdivîye me bi vekirine karidorên merovî heye. Nebûna sotemenî rewşa me dijwar dike. Em elektrîk û avê ji bo gel bi zehmetî peyda dikin. her wiha veguhastin, gelê me nikarê bi rehetî biçê û bê gundên xwe. Sotemanîya heyî jî gelekî giran buhaye, ji ber ku ji Turkîye tê”.

    Li ser koçberîya şêniyên Girê Spî ber bi Kobanê jî cîgirê serokê Kantona Kobanê dibêje ku ewê bi hemî şêwayan bi wan re alîkar bin û wiha dewam dike: “Me wekî rêveberîye kantona Kobanê, hemî sazî û dezgehên xwe xistin xizmeta kesên ku ji Girê Spî koçber dibin. Me gelek ji wan li gundên Kobanê bi cih kirine. Yên ku berê xwe dane bajar jî, me ew di kampa penaberan de bi cih kirine”.  

    Bi heman mijarî:

    Li Kobanê 7 gund hatin rizgarkirin
    Li Amedê Konferansa Jinûveavakirina Kobanê birêve çû
    Serokatiya Parlementoya Kurdistanê serdana Kobanê dike
    75 hezar penaber vegeriyan Kobanê
    Mamosteyên Kobanê alîkarî dixwazin
    Dezgeha Barzanî nîv milyon dolarî bo Kobanê xerç dike
    YPG: Li Kobanê û Cizîrê 13 gund û gundik hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de