04:00 28 Gulan 2018
Pêşmergên PDKî

PKK û PDKÎ carek din li hev dicivin

© AFP 2018 /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 41

Hat zanîn ku Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) û PKK wê carek din li ser nakokiyên xwe bicivin.

Heta niha nakokiyên navbera PDKÎ û PKKê li ser vemana hêzên PDKÎ li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê nehatine çareserkirin.

PKK û PDKÎ, piştî şerê ku roja 24ê Gulana îsal li devera Kêlaşînê di navbera wan de derket, li Hewlêrê û bi navbeynkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev rûniştin.

Siyasetmedarê Başûrî Mihemed Emîn Pênciwînî, ku kesekî nêzîkî PKKê ye jî, ji Rûdawê re got, ku rewş niha pir aram bûye û hewla çareserkirina nakokiyan tê dayîn.

Pênciwînî da zanîn ku her du partiyan di civîna berê de biryar dabûn ku civînek din pêk bînin û got, ew civîn wê piştî ragihandina encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyê were lidarxistin.

Heta niha PKK û PDKÎ li ser vemana hêzên PDKÎ li ser sînorê Başûr û Rojhilat gotûbêj nekirine, lê rayedarên PKKê gotine, rê nadin ti hêzek din li wê deverê bimîne.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKÎ Mihemed Sahibî jî ji Rûdawê re got, eger PKK nehêle hêzên me li wir bimînin dibe ku carek din alozî derkeve.

Bi heman mijarî:

PDKÎ serkeftina HDPê pîroz kir
Naveroka civîna PDK û PDKÎ
Medyaya PKKê êrişî Barzanî û PDKÎ dike
Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
Civîna PKK û PDKÎ çênebû
Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
Nûnerê KCK:`Me êrîş ser PDKÎ nekiriye û kes nikare li ser dijmintiya PKKê bibe hêz`
PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
PDKÎ: Em naxwazin şerê me û PKKê çêbibe
Etîketan:
Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de