23:02 18 Tebax 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Demîrtaş: Erdogan û Davûtoglu li bendê ne şerê hundir çêbibe

    © AFP 2017/ / OZAN KOSE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li ser êrişên duh ên Amedê diyar kir ku di wan êrişan de 3 endamên HDPê hatine kuştin û got ku hinek dixwazin şerê hundir derxînin.

    Demîrtaş her wiha rexne li Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê jî kir ku li hember wan bûyeran bêdeng in.

    Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, îro li Enqerê piştî civîna partiya xwe bersiva pirsên rojnamevanan da.

    Demîrtaş li ser êrişên duh ên Amedê axivî û diyar kir ku hinek kes dixwazin bi vê yekê kurdan berdin hev, lê divê haya her kesî ji vê lîstoka qirrêj hebe.

    Selahedîn Demîrtaş da zanîn ku di êrişên duh de 3 endamên HDPê hatin kuştin û wiha got: `HDP dê li hember her cure êrişekê sekna xwe ya demokratîk nîşan bide û dê xwe biparêze. Emê nehêlin alozî û şerê hundir çêbibe.`

    Hevserokê HDPê rexne li Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglu jî kir ku heta niha li hember êrişên Amedê bêdeng mane û got, ez bawer im ew li bende şerê hundir in, jibo paşê bêjin, `we dît dema hikûmet ji destê AKPê derkeve welat aloz dibe îja qîmeta AKPê bizanin!`

    Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku yên ku rastî êrişan tên endamên HDPyî ne, lê dîsa jî HDPê sûcdar dikin û got, em beşdarî hilbijartinan bûn ne şerê çekdarî. Em partiyek siyasî ne, ne rêxistinek çekdarî ne. Her kes dizane di destê kê de çek heye.

    Demîrtaş anî ziman ku hemû êrişên li dijî HDPê bi taybet teqînên 5ê vê mehê û yên duh, girêdayî hev in û ji rayedarên dewletê xwest jibo di demek herî kurt de ew kesên ku êrişên Amedê pêk anîne, bên eşkerekirin û girtin.

    Tê zanîn, duh li Amedê di encama du êrişên çekdarî de 4 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Serokê Komeleya Îhya-Derê Aytaç Baran jî di nav yên kuştî de ye.

    Li gorî agahiyan, heta niha 6 kes bi tohmeta pêkanîna wan êrişan hatine girtin. 


    Bi heman mijarî:

    Eksper: `Koalîsyona HDP û AKP real e`
    Karasû: HDP karekî xelet dike
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de