07:23 28 Nîsan 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Eksper: `Koalîsyona HDP û AKP real e`

    © Foto: AA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 2901

    Hevsengiya demkurt a li Tirkiyeyê tenê bi lihevkirina AKP û HDP mimkun e. Vê gavê HDP gengaziya han red dike, lê belê li gor nêrîna eksperan, lihevkirin ne dûrî îhtîmalê ye.

    Bi rastî jî li Tirkiyê meseleya kurd, her çiqas hêdî pêşve biçe jî, pêşveçûna han ji aliya AKP ve hatiye destpêkirin û tê meşandin. Û xuya ye rewş çawa biguhere jî, AKP wê çend salên li pêşiya me hêj li desthilatê bimîne.  Di rewşekî wisa de jî vebijarkên HDP zehf nînin û kuda bizivirî jî, hemû tayên çareseriya pirsgirêka kurdî di destê Erdogan de ye.  Heta serkeftina HDP`ê di van hilbijartinan de jî diyardeya wê yekê ye, ka di maweya 10 salên dawî de rewşa pirsgirêka kurdî li Tirkiyeyê çiqas guheriye. Înkarkirina vê yekê, bê wate ye.

    Ji bo kurdan hevpeymanî bi AKP re tiştekî nû nîne, ji ber ku piraniya kurdan di hemû hilbjartinên dawî de dengê xwe jê re didan. Lê ji aliya din, hevpeymaniya bi AKP re dikare HDP ji piştgiriya hêzên derveyî hilbijêrên kurd bê par bihêle, herçend hin derdorên di nava HDP de wê ji kêmbûna hêzan cuda yên li dor partiyê kom bûne, wê memnûn bin. 

    Gelo kîjan formula lihevkirineke potensiyal gengaz e? Li gorî îdeolojiya HDP, a rastir jî  ya PKK, di berdêla hevpeymaniya bi AKP re di asta neteweyî de, HDP dikare li herêmên kurdnîşîn hîn zêdetir derfetên pêşvebirina xweseriyê bi dest bixe. Lê eger na, hingê HDP tenê di nava parlamentoyê de cihekî ji mixalifan bigre, ku temenê parlamantoyê jî zêde dirêj xuya nake. Rewşa han ji kurda re dest nade. Her weha ne di berjewendiya kurdan de ye ku di nava koalîsyona din a potensiyal de cih bigre, ya ku hewil bide AKP ji desthilatê bi dûr bixe. Eger AKP nikare partnereke ji bo koalîsyonê  peyda bike, hingê parlamento wê bê fesixkirin  û di hilbijartinên nû de HDP herî zêde dikare bibe partiyeke parlamentoyê.  

    Lê eger vê gavê bi AKP re têkeve koalîsyonê, ewê hem di nava parlamentoyê de bimîne, hem jî dikare ji xwe re zemînê meşandina pêvajoya aştiyê û  diyaloga bi desthilatê re saz bike.

    Ji xwe HDP, an jî AKP her demê ku buixwazin, dikarin ji vê koalîsyonê derkevin.  Ji aliya din, di nava koalîsyonê de HDP dikare hîn zêdetir bandor li siyaseta Tirkiyeyê ya li ser Sûriye û Îraqê jî bike. 

    Nûnerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê Burhan Aso jî, koalîsyona HDP û AKP dûrî ji îhtîmalê nabîne:

    "Bi baweriya min, hem kurd, hem jî, AKP pêwîstiya xwe bi lihevkirinê hene, ku  koalîsyoneke saz bikin. Ji xwe riyeke din a Erdogan tune, ji ber ku,  CHP û MHP ji ber nakokiyên xwe yên kûr bi AKP re, wê pê re nakevin nav koalîsyonê. Lê divê HDP bikeve nav koalîsyonê, ji ber ku mayîna derveyî hikumetê ne di berjewendiya kurda de ye.  Rast e,  ewê bibe hevkariyeke pir dijwar, lê vebijarkên kurdan zêde nînin". 

    Belê, wekî xuyaye, mirov dikare pêşbînî bike, ku HDP`ê wê hemû derfetan bikar bîne, da ku ji vê serkeftina xwe sûd werbigre û berdewamkirina pêvajoya aştiyê biparêze. An ku koalîsyona partiya Erdogan û partiya kurdan hem ji bo AKP hem jî, ji bo HDP real xuya dike. 

    Bi heman mijarî:

    Projeyên ji alîyê AKP`ê ve hatinî destpêkirin, wê ji alîyê koalîsyonê ve bêne berdewamkirin?
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de