15:21 23 Adar 2017
Zindî
    Şervan Derwîş

    Berdevkê `Volkana Feratê: `Em beşek ji hevpeymana navnetewî ne`

    © Foto: Rawshan Khalil
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Pêngava rizgarkirine Girê Spî ji destê DAIŞ ketîye roja 12-an. Di nava 12 rojan de YPG û Odaye Operasyona `Volkana Feratê` karîbû beşekî mezin ji gundewarê Girê Spî rizgar bikin.

    Berdevkê Odaye Opersyona `Vollkana Feratê` Şervan Derwîş ragihand ku hêzên wan ji milê rojava de 18 gund rizgar kirine û 18 km ji Girê Spî ve nêzîk bûne. Û ji milê rojhilat ve YPG bi 8 km nêzîkî bajarokê Silok bûye, ku yek ji baregehên DAIŞ`ê, yên herî girîng e li gundewarê Girê Spî.

    Rawşan Xelîl  ji Rojavayê Kurdistanê radigihîne:  

    Li ser hevakarîye Hevpeymana Navnetewî ku DYA serkêşîye wê dike, Şervan Derwîş dibêje ku hevkarî di asteke gelekî baş de ye û wiha dewam dike: '' Tevî ku hetta niha bi awayek fermî nehatiye  ragihandin jî, lê hêzên me beşek in ji Hevpeymana Navnetewî''. 

    Di mijara zehmetîyên li pêş wan di rêka rizgarkirina Girê Spî de, Derwîş du xalên serekî tîne ziman: “ DAIŞ rêza rşbaz û presîbên şer nagirê, nahêle xelk ji herêmên şer derkevê û gel wekî mertala zindî bi kar tîne. Ya din, çeperên şer gelekî ferehin, ew jî rêke me dirêjtır dike''. 

    Her wiha Berdevkê Odaye Opersyona `Volkana Feratê` Şervan Derwîş ragihand ku heta niha nêzîkî 700 malbat ji Girê Spî derbasî  herêmên di bin kontrola hêzên wan de bûne. 

    Bi heman mijarî:

    Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber
    DAIŞ bi zorê kurdan ji Girê Spî der dixe
    Barzan Îso: `DAIŞ li Girê Spî gel dike mertalê zindî`
    Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
    Girê Spî- DAIŞ xwe ji revê re amade dike
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de