10:10 26 Adar 2017
Zindî
    Şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)

    PKK: Êrişên Amedê ragihandina şer e li dijî gelê kurd

    Sputnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Koma Civakên Kurdistanê (KCK) êrişên vê dawiyê yên li Amed û deverên din ên Bakurê Kurdistanê xist stûyê AKPê û diyar kir ku AKPê bi van êrişan li dijî gelê kurd şer ragihandiye.

    KCKê li ser bûyer û êrişên duh ên bajarê Amedê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew êriş ji aliyê hikûmeta AKPê ve ji bo serkutkirin û pûçkirina serkeftina gelê kurd di hilbijartinên 7ê Hezîranê de hatine kirin.

    Her wiha, di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku AKP bi wan êrişan li dijî gelê kurd şer ragihandiye.

    Li gorî KCKê, êrişên ku vê dawiyê li Amed û Bakurê Kurdistanê hatine kirin ji aliyê hêzên tarî û JÎTEMê ve hatine kirin û bi vê yekê dixwazin kurdan berdin hev.

    Di dawiya daxuyaniyê de KCKê banga tifaqa demokratîk û xurtkirina xebata demokrasiyê kiriye û wiha ragihandiye:

    `Divê tevahiya raya giştî û gelê me zanibin ku ev êriş li dijî firsend û hêviya demokratîkbûyînê ya bi hilbijartinê re derketiye holê, hatiye kirin. Ji ber vê yekê divê tevahiya raya giştî û hêzên demokrasiyê li hemberî van êrişên plankirî yên li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hestyar bin, ji bo şikandina van êrişan tifaqa demokratîk û têkoşîna demokrasiyê xurt bikin û rê nedin hewesên rejîma otorîter û zextdar ên li Tirkiye û Kurdistanê.`

    Tê zanîn, duh li Amedê di encama du êrişên çekdarî de 4 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Serokê Komeleya Îhya-Derê Aytaç Baran jî di nav her çarê hatine kuştin deye. 

    Li gorî agahiyan, heta niha 6 kes bi tohmeta pêkanîna wan êrişan hatine girtin. 


    Bi heman mijarî:

    Şerê PKK û PDKê sekiniye
    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
    Civîna PKK û PDKÎ çênebû
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    PKK hêza xwe li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bêhtir dike
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye
    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Etîketan:
    TIrkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de