19:36 20 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê karên derve yê Belçîkayê

    Alîkarê Serokwezîrê Belçîkayê: Ez şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê pir diecibînim

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Alîkarê Serokwezîrê Belçîka û Wezîrê Derve yê wî welatî Didier Reynders, îro danê sibê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

    Didier Reynder bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û rayedarên din ên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.

    Piştî hevdîtinê, Reynder û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa civîneke rojnamevaniyê li dar xistin û li ser naveroka hevdîtinan agahî dan rojnamevanan.

    Felah Mistefa diyar kir ku di hevdîtinên digel Alîkarê Serokwezîrê Belçîkayê de behsa şerê DAIŞê, rewşa penaberan, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, her wiha hevkariya navbera Kurdistanê û Belçîkayê hatin axaftin.

    Paşê Didier Reynder axivî û got ku ew şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê pir diecibîne û ragihand, DAIŞ ne tenê li ser Iraq û Rojhilata Navîn, lê li ser hemû cîhanê tehdîd e lewma divê hemû cîhan li dijî wê rêxistinê şer bike.

    Wezîrê Derve yê Belçîkayê her wiha spasiya Herêma Kurdistanê jî kir ku ewqas penaber qebûl kiriye û anî ziman ku Bruksel wê li ser alîkarîkirina penaberên Herêma Kurdistanê berdewam be.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Belçîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de