15:00 17 Kanûn 2017
Zindî
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    Karasû: HDP karekî xelet dike

    AFP / MUSTAFA ÖZER (2009)
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Endamê desteya serokatiya KCKê Mistefa Karasû rexne li HDPê girt û got ku nabe HDP bêje `me dengên emanet bidest anîne`.

    Mistefa Karasû li ser hilbijartinên giştî yên Tirkiyê ji televîzyona Med Nûçe ya nêzîkî PKKê re axivî.

    Karasû diyar kir ku serkeftin ji bo AKPê tê wateya nebûna pêvajoya çareseriyê û wiha axivî: `Serok Apo pêvajoyek da destpêkirin. AKP tevlî vê pêvajoya nebû,  lê ji niha û pêve kî hikûmetê ava bike divê tevlî pêvajoyê bibe.`

    Wî rayedarê PKKê li ser HDPê jî axivî û got ku HDP li ser daxwaza Abdullah Ocalan wek partî tevlî hilbijartinan bû û ragihand, heger guvaş û êrişên HDPê nebûna HDPê dikarîbû %15ê dengan jî bîne.

    Li gorî Karasû, HDPê dikare  %30ê jî ji dengan bidest bîne.

    Mistefa Karasû rexne li Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş girt ku gotibû `em yên ku bi emanet deng dane me, poşman nakin` û wiha got: `HDP vê yekê xelet dinirxîne. Ma her partiyek ji bo ku hilbijêrên nû bidest bîne, naxebite? Mînak; dengên elewiyan emanet nîne çimkî wan deng dane beyannameya HDPê ya hilbijartinê. Dibe hinekan ji bo ku HDP bendê derbas bike, denga dabin, lê ew ne dengên emanet in. Divê nebêjin dengên emanet. HDP bi pîvanên xwe tevlî hilbijartinê bû û bi pîvanê xwe jî bi ser ket.`

    Li ser pêkanîna hikûmetek hevpeyman jî Karasû got, li Tirkiyê pêwîstî bi wê heye ku partiyên siyasî û hizrên cuda li kêleka hev bin, lê ev yek di AKPê de tine.

    Mistefa Karasû anî ziman ku CHP û HDP dikarin bi hev re koalîsyonê ava bikin lê hejmara kursiyên wan têrê nake û îhtimala ku MHP piştgiriya wan bike, pir kêm e.

    Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de ku roja 7ê Hezîranê hat kirin, HDPê %13.1ê ji dengan bidest anî û derbasî parlamentoyê bû.

    Piştî ku encamên hilbijartinê eşkere bûn, Hevserokê HDPê Demîrtaş û namzedê HDPê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder ragihandin, `hinekan dengên xwe bi emanet dane me. Emê wan poşman nekin`.

    Bi heman mijarî:

    Şerê PKK û PDKê sekiniye
    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
    Civîna PKK û PDKÎ çênebû
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    PKK hêza xwe li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bêhtir dike
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye
    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de