20:48 18 Mijdar 2017
Zindî
    HDP mîtîng hilbijartin

    Kurd bûn giringtirîn faktora sîyasî ya Tirkiyeyê

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 86 0 0

    Di hilbijartinên 7-ê heziranê de AKP şikestineke mezin xwar, lê HDP serkeftineke cidî bi dest xist. Hilbijartin di wateyekî de bû referendûma guhertina makeqanûnê, ku ji aliya Erdogan hatibû plankirin.

    Hilbijartinên 7- hezîranê HDP kir gerûya çînên cudatir ên civakê, ku ji bo sekinandina xurtbûna serokkomar Erdogan hewla yekbûnê dikirin. Parlamenterê knesseta Îsrayîlê  Kseniya Svetlova di rûpela xwe ya facebook`ê de weha dinivîse: `Lîberalên Tirkiyeyê bi awayekî veşartî piştgiriya kurdan kir, ku têkevin parlamanetoyê. Hevalên min ên li Tirkiyeyê dibêjin, cihu jî di nav de, gelek kêmanî dengê xwe dan partiya kurdan, da ku Erdogan lawaz bikin… Hêvîdarim desthilata wî bi rastî jî lawaz bibe û plana wî ya bidestxistina parlamentoyê û guherandina makeqanûnê jî têk biçin` (https://www.facebook.com/KsenchikS?fref=nf). 

    Profesor Ofra Benginio, karmenda Navenda Lêkolînên li ser Rojhilata Navîn û Afrîkayê ya li Îsrayîlê,  li ser piştgirîya kêmaniyan ji bo kurdan van şîroveyan dike:

    “HDP ji kêmnetewan û ji lîberalan, ji tirkên laîk, ji hemû kesên ku ji Erdogan aciz bûn, piştgirî stand. Wan karibû dengê xwe bidin CHP, lê wan HDP hilbijart, ji ber ku wan dixwast, ku ew Erdogan bide sekinandin. Her weha beşekî dengên CHP bi xwe çû HDP`ê”. 

    Gelek der dor xwedî li serkeftina kurdan derdikevin, lê belê sedema têkçûna AKP tenê serokkomar Erdogan e.  Bê guman, ji bilî sedema objektîv a xurtbûna hêzên sîyasî yên kurdan, civaka tirk vê gavê bi awayekî çalak li himber şêwazên hişk ên otorîtarîzmê derdikeve, ku ji aliya rêveberiyê ve têne ferzkirin. Lê ya giring ew e, ka ev sînyala gel rast bê fehmkirin, an na.

    Di vê mijarê de profesor Ofra Benginio van şîroveyan dike:

    “Bi ya min, ev şikestin, têkçûna Erdogan e. Ji ber ku wî hemû hesabên xwe li ser sîstema seroktiyê kiribû. Balkêş e ku heta AKP nekarî têra xwe deng werbigre, da ku hikumeteke yekpartîtî ava bike û niha divê ew li riyên koalîsyonê bigere.  Ji aliya din, serkeftina HDP tê wê wateyê, ku  eger ewê bi Erdogan re naçe koalîsyonê, wê bibe hêzeke pir  bandordar. Bi ya min, divê HDP nakeve koalîsyonê bi AKP re. Eger HDP têkeve nav kolaîsyonê û piştgiriya guherandina makeqanûnê  bike, wê hingê tu guhertin çê nabe û her tişt tenê di gotinê de bimîne. Ez bawer    dikim ku kurd wê ruhê xwe nafroşin sûltan re". 

    Li gorî nêrîna Ofra Benginio, entrîqayên sîyasî yên herî germ wê li ser avakirina koalîsyonê bên meşandin:

    “Dibe ku Erdogan wê hewil bide ku referandûmê li dar bixe. Bo nimûne, eger ew bikaribe bi MHP re koalîsyon ava bike.  Heta endîşeya hin derdoran heye ku kurd jî dikarin alîkarî Erdogan bikin, da ku ew bibe serokkomarekî hêzdar. Lê bi nêrîna min, vê carê HDP wê gavê navêje. Lê dibe ku ez şaş bim”.

    Li Tirkiyê qonaxeke guhertinan destpê dike. Ewê çiqas kûr bin, emê bibînin, lê vê gavê tenê tiştekî misoger e, ew jî ew e: “Piştî hilbijartinan kurd bûn faktorekî giring di jiyana sîyasî ya Tuirkiyê de”. 

     

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de