16:58 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Şervanên YPG li Kobanê

    Serêkaniyê – 12 gund û gundik ji aliyê YPGê ve hatin stendin

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Hêzên YPGê bi piştgiriya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî çend gund û navçeyên din li rojavayê bajarê Serêkaniyê kontrol kirin û ber bi bajarokê Silok yê girêdayî Til Ebyedê pêşde diçin.

    Li devera Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê şer di navbera YPG û DAIŞê de didome.

    Li gor daxuyaniyeke navenda ragihandina YPGê, hêzên wan di her du rojên borî de gundên Sara, Bîr Asî, Mihêsin, Qeysûm, Ruguba, Camûs û 4 gundik û girekî stratejîk li rojhilat û bakurê rojhilatê bajarokê Silokê kontrol kirin.

    Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di şerê li wê navçeyê de, bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 6 cenaze jî ketine destê YPGê.

    YPGê herwiha eşkere kir ku di heman şerî de 5 şervanên wan jî şehîd bûne.

    Derbarê şerê li derdora Kobanê de jî, YPGê ragihand ku hêzên wan her du gundên Cortanka Mezin û Bîr Evdê li başûrê rojhilatê Kobanê ji destê DAIŞê derxistin.

    Li gor daxuyaniya YPGê, di şerê herdu rojên borî de li başûrê rojhilatê Kobanê, 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 6 şervanên YPGê jî şehîd bûn.

    Bi heman mijarî:

    YPG: 11 gund û 7 gundik hatin rizgarkirin
    Riya bajarokê Silûk ket destê YPG
    Sarûxan: `Serkeftine YPG ji ber piştgêrîya gelên herêmê ye`
    YPG: Li Kobanê û Cizîrê 13 gund û gundik hatin rizgarkirin
    Li pişt mîyaserîya YPG`ê ya li Rojavayê Kurdistanê serkeftina îdeolojîya nû disekine
    Şevranên YPG’ê 6 gund û 20 gundik dorpêç kirin
    YPG: 11 gundên Mebrûka jî hatin rizgarkirin
    YPG: Cebhet El-Nusra gefan li kurdan dixwe
    YPG rêya alîkariyên DAIŞê dibire
    YPG: 7 gund hatin rizgarkirin
    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
    YPG 4 emîrên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de