20:51 25 Hezîran 2018
Ala kurdî

PDKÎ serkeftina HDPê pîroz kir

© AP Photo /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) serkeftina HDPê di hilbijartinên Tirkiyê de pîroz kir.

Polîtburoya PDKÎ di peyamekê de serkeftina HDPê di hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Tirkiyê de pîroz kir û ragihand ku ew hêvîdar in encamên hilbijartinên Tirkiyê bibin sedema geşekirina demokrasî û aştiyê li Tirkiyê û kurdên Bakur bikaribin maf û azadiyên xwe bidest bînin.

Naveroka Peyama PDKÎ bo HDPê jî ev e:

`Bo serokatiya birêz ya HDPê,

Bo Birêz Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş,

Silav!

Em wek polîtburya PDKÎ serkeftina we di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015ê de li we pîroz dikin û bi rêya we re jî li endam û alîgirên HDPê û li hemû xûşk û birayên xwe li Bakurê Kurdistanê pîroz dikin û kêfxweşiya xwe ji bo vê serkeftinê nîşan didin.

Em hêvîdar in ku encamên vê hilbijartinê bi taybet serkeftina HDPê bibin sedema geşekirina demokrasî û aştiyê li Tirkiyê û kurd bikarin maf û azadiyên xwe bidest bînin.`

Bi heman mijarî:

Naveroka civîna PDK û PDKÎ
Medyaya PKKê êrişî Barzanî û PDKÎ dike
Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
Civîna PKK û PDKÎ çênebû
Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
Nûnerê KCK:`Me êrîş ser PDKÎ nekiriye û kes nikare li ser dijmintiya PKKê bibe hêz`
PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
PDKÎ: Em naxwazin şerê me û PKKê çêbibe
Etîketan:
Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de