19:37 20 Îlon 2017
Zindî
    HDP mîtîng hilbijartin

    Li Dêrsîmê pîrozbahiyên serkeftina HDPê

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1310

    Partiya Demokratîk a Gelan HDP bi wergirtina 31 hezar û 965 dengan bi rêjeya ji sedî 60.68 herdû kursiyên parlamenteriyê yên Dêrsîmê bi dest xist.

    Bi diyarbûna rengên dengan heta derengiya şevê li navenda bajêr şahî û pîrozbahî hatin sazkirin.

    7ê Hezîranê, di hilbijartinên giştî yên parlamentoya Tirkiyê de her du nûnerên bajarê Dêrsîmê HDPê biserketin. HDPê li Dêrsimê bi destxistina rêjeyeke mezin a dengan, herdû namzedên xwe Alî Can Onlu û kevneşaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn şandin parlamentoyê.

    Digel ku pêş hilbijartinan Hevserokê Giştî yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji bo parastin û çavdêriya dengan bangî alîgirê partiya xwe kiribû ku şeva hilbijartinê pîrozbahiyan li dar nexin, lê belê piştî ku misoger bû ku HDPê benda ji sedî 10 derbas kiriye û herdû kursiyên Dêrsimê bi dest xistiye, xelk herikîn ser kolanan.

    Dêrsîmiyên ku li ser Sûka Binerdê ya li Kolana Cûmhûriyetê li hev civiyan bi fîşekên hewayî û gerandina govendê şabûna xwe derbirîn. Herwiha karwanên wesayîtan jî bi tûtik û fîqên xwe li nava bajêr geriyan.

    Tê payîn ku HDP pîrozbahiya xwe ya esasî îro (8ê Hezîranê) demjimêr 17:00an de li navenda bajêr li dar bixe.

    Bi heman mijarî:

    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    TIrkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de