03:47 23 Tîrmeh 2017
Zindî
    Leşkerên Sûrî li kolanên bajarê Homsê

    Li Hesekê şer gur dibe

    © Sputnik/ Igor Lotsman
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Hêzên rejîma Sûriyê çekdarên DAIŞê neçar dikin ku ji başûrê Hesekê vekişin û 43 çete tev malbatên xwe hatine kuştin.

    Şer û pevçûnên di navbera hêz û alîgirên rejîma Sûriyê û çeteyên  DAIŞ de li başûrê bajarê Hesekê derdewamin, heta niha jî 48 çeteyên rêxistina navborî hatine kuştin.

    Ajansa BasNews`ê xwe dispêre bi daxuyaniyeke Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovanê û radigihîne, ku hêz û firokeyên rejîma Sûriyê çekdarên DAIŞ`ê neçar kirin ku vekişin, niha jî şer û pevçûn li derdora girtîgeha zarokan û kompaniyaya elektrîkê berdewamin.

    Roja 30 Gulana borî, çekdarên DAIŞê ji aliyê başûr ve êrîşa li ser Hesekê destpêkirine, niha jî girtîgeha zarokan û kargeha elektrîkê ku 2 km dûrî navenda bajêr e, gundê Dawdiyê û çend navçeyên din jî ketine dest çekaran de.

    Di wan êrîşan de, 11 çekdarên DAIŞê bi otombîlên bombekirî xwe bi pêgeh û bazgehên hêzên rejîma Sûriyê ve teqandine, d encam de herî kêm 71 ke ji hêzên rejîmê hatine kuştin, li gor ku Rewangehê belav kiriye. Tê ragihandin, ku ji aliyê DAIŞê ve jî, herî êm 48 çekdar hatine kuştin.

    Li Şedadî, ku 45 km li başûrê Hesekê ye, di encama êrîşên asimanî de herî kêm 43 çekdarên DAIŞê ligel malbatên xwe hatine kuştin.

    Tê ragihandin, ku heta niha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tevlî şer nebûye, ji ber ku şer negehiştiye navçeyên kurdan li Hesekê, yên ku di bin kontrola YPG de ne.

    Bi heman mijarî:

    Li Hesekê û Serê Kaniyê DAIŞ dişke
    Berpirsê asayişê yê Sûriyê ji Hesekê reviya
    Hesekê di nav agir de ye: Li du aliyan şerekî giran derketiye
    DAIŞ êrîşî Hesekê dike
    HESEKÊ- Taqînek çêbû û taxa kurdan tê topbarankirin
    DAIŞ hêza xwe li nêzîk Hesekê kom dike
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Hesekê dan
    Kurd Hesekê vala dikin
    Etîketan:
    Rojhilata Navin, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de