02:22 22 Sibat 2017
Zindî
    Mesrûr Barzanî

    Mesrûr Barzanî:`Serxwebûn mafek rewa ye, ne xewın e`

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  di hevpeyvînekê ligel televîzyona ZDF ya elmanî de diyar kir ku, wek her neteweyeke din, mafê kurdan jî heye ku çarenivîsa xwe diyar bike û biryara xwe bide.

    Li gorî agahiya ajansa BasNews`ê, Mesrûr Barzanî spasiya hemû welatên hevpeyman bi taybetî Elmanyayê kir ji bo peydakirina çekan bo Pêşmergeyan û wiha berdewam kir “Ji bo ku Pêşmerge karibin DAIŞê têkbişkîne, pêwîstiya wan bi çekên baştir heye.”

    Barzanî weh axivî: “DAIŞ arîşe û rêxistineke navdewletî ye, li seranserê cîhanî xelk rakêşaye xwe, bêguman hinek ji wan jî elmanî ne. kesên ku hatine vêde bêguman ne bitenê ji bo şer e, lêbelê ji bo çekdarkirina xelkê û dubare rêxistina wan e, dibe ku vegerin welatên xwe, ku jê hatine, wê demê dibine arîşeyeke mezintir bo wan welatan.”

    Derbarê metirsiya DAIŞ`ê bo ser bajarê Hewlêrê jî, Barzanî diyar kir ku “Wan hewl da êrîşî Hewlêrê bikin û hemû Kurdistanê dagîr bikin, lê spas bo Pêşmergeyên Kurdistanê û piştgiriya civaka navdewletî, me ew rawestandin.”

    Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike ku, şikandina DAIŞê ji aliyê leşkerî ve hesantire ji şikandina wê ji aliyê edyolojî ve.

    Derbarê beşdarîkirin yan beşdarî nekirina Pêşmergeyan di proseya azadkirina Mûsilê de, Mesrûr Barzanî diyar kir ku “Arîşeya me nîne, her demekê ku derfet hebû, me li gel hêzên iraqî şer kiriye. Bê guman tiştek di ajandeyên azadkirina Mûsilê de heye. Biryara şandina Pêşmergeyan bo derveyî sînorên Başûrê Kurdistanê, divê ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve were pesendkirin.”

    Li ser pirsa referandûm û diyarkirina çarenivîsa Başûrê Kurdistanê û dema bidesatîna xewna drustkirina serbixwe, Mesrûr Barzanî got: “Di nêrîna min de ew ne xewn e, lê ew mafekî rewa yê her neteweyekê ye. kurd jî wek her neteweyeke din mafê wê heye ku çarenivîsa xwe diyar bike. di nêrîna me de baştirîn rê bo naskirina xwesteka kurdan ewe ku referandûm bê encamdan û rasterast guh li xelkên kurdistanê girtin.”

    Bi heman mijarî:

    Barzanî nexşe rêya serxwebûna dewletê aşkere dike
    Barzanî: Hûn pişta min bigirin ezê hema îro serxwebûnê ragihînim
    Barzanî: `Amade me serxwebûna Kurdistanê rabigihînim`
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de