09:41 21 Tebax 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1811

    Hilbijartinên giştî yên Tirkiyê di medyaya cîhanê de bi berfırehî hat nirxandin. Li gorî nêrîna giştî HDP kabûsa Tayîp Erdogan e.

    Hilbijartinên giştî yên Tirkiyê di medyaya cîhanê de bi vî rengî hatiye dayîn:

    Rojnameya îsraîlî ya Jerusalem Post:

    "Encamên hilbijartinan çi bin herî zêde pêgeha Erdogan dikeve metirsiyê… HDP kabûsa Erdogan e".

    Rojnameya Telegraph:

    "Lawazbûna aborî û zêdebûna alîgirên HDPê, gefê li desthilata 13 salî ya AKPê dixwe… AKP bi ser dikeve, lê daxwaza guherandina destûrê bo danîna sîstema serokatiyê mîna xewnekê dimîne…"

    Rojnameya Washington Post:

    "Hilbijartinên Tirkiyê referandomeke siyasî ye. Hêza HDPê ya derbaskirina benda hilbijartinê xuya dike."

    BBC:

    "Eger HDP derbasî parlamentoyê bibe kursiyên AKPê dê kêm bibin… Erdogan ji bo danîna sîstema serokatiyê li Tirkiyê pêwîstî bi piraniya kursiyên parlamentoyê ye."

    Wall Street Journal:

    "Hilbijartin dikare Tirkiyê biguherîne… Erdogan desthilateke zêdetir dixwaze, lê HDP li ser rêya wî rawestiyaye."

    Financial Times:

    "Sîstema serokatiyê Erdogan dike serkirdê herî bihêz di dîroka nû ya Tirkiyê de".  

    Reuters:

    "Hilbijartinên Tirkiyê desthilatên Erdogan destnîşan dike".

    Die Welt:

    "Pirsa sereke ya hilbijartinên Tirkiyê ew e ku gelo HDP dikare benda hilbijartinan derbas bike yan na?"

    Bi heman mijarî:

    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de