10:09 24 Hezîran 2017
Zindî
    DYA Kapîtolî Waşîngton

    Washington ji kurdan re çekan dişîne

    © Sputnik/ Igor Mikhalev
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) radgihîne ku karwaneke din ya alîkariyên leşkerî ji bo Iraqê di rê de ne û alîkarî wê bigihin Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê jî

    Pentagon di daxuyaniyekê de ragihand ku proseya şandina çekan ji bo Iraqê ev nêzîkî 2 heftiya ne dest pê kiriye. Ew alîkarî li ser biryara îdareya Obama û bi razîbûna Kongreya Amerîkayê tên şandin ku li gor biryarê, Amerîka wê bi qasî milyarek û 600 milyon dolaran alîkariya hêzên Iraqê û pêşmergeyên Kurdistanê bike. Li gor Pentagonê, karwana yekem a çekên amerîkî ji lîwayeke hêzên artêşa Iraqê re hatiye şandin. Berdevka Pêntagonê, Elissa Smith di daxuyaniyekê de ragihand ku ew karwan a yekem bû ji koma çekên ku wê Amerîka ji hêzên artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge re bişîne. Smith bal kişand ku di destpêka heftiya borî de çekên li dijî tankan ji bo Iraqê hatine şandin û niha çekên zêdetir yên Amerîka ku ji Iraqê re hatine şandin, di rê de ne. Li gor belgenameyeke Pentaginê, Amerîka wê 45 hezar mertalan ji hêzên Iraqê re û 14 hezar û 400 reşaşên M4 ji Hêzên Pêşmerge re bişîne herwiha wê 5 hezar kilaşinkofan bide hêzên sunî. Lê berpirsekî amerîkî dibêje, pirsgirêka hêzên Iraqê ne di çek û cebilxaneyê de ye, lê xalên lawaz yên wan hêzan di heykel û fermandariyê de ye. Berpirsên Herêma Kurdistanê daxwaz dikirin ku çek bi awayekê rasterast ji Herêma Kurdistanê re bên şandin, ne bi rêya Bexdayê re, lê piştî serdana Serokê herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bo Amerîka û civîna wî ligel Serokê Amerîkayê Barack Obama, ragihand ku ya girîng ew e ku çek bigihên destê Hêzên Pêşmerge.

    Etîketan:
    DYA, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de