07:25 28 Nîsan 2017
Zindî
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    KCK: Em 7’ê Hezîranê AKP’ê di sindoqan de veşêrin

    AFP / MUSTAFA ÖZER (2009)
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    KCK got, "Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ji bo bibin bersiva komkujiya li dijî gelê Amedê, bi îradeyeke bi biryar û xurt ji bo serketina projeya HDP’ê, 7’ê Hezîranê AKP’ê di sindoqan de veşêrin."

    KCK: Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku ji bo bibin bersiva komkujiya li dijî gelê Amedê, ji bo pêngavek girîng bavêjin jiyanek demokratîk, divê bi îradeyeke bi biryar û xurt ji bo serketina projeya HDP’ê, di 7’ê Hezîranê de AKP’ê di sindoqan de veşêrin.  Hevsorekatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku bi awayekî çavsor êrîşî mîtînga HDP’ê ya ku bi hezaran jin, mêr, kal, pîr û zarok beşdarbûne, kirine û got herî kêm 4 kes şehîd ketine. KCK’ê wiha got: “Xetereya ku hîna gelek kes jiyana xwe ji dest bidin, heye.  Em ji malbatên şehîdên xwe re, gel û hêzên demokrasiyê re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şifayê dixwazin.” KCK’ê da zanîn ku wan di daxuyaniya duh de jî diyar kirine ku wê êrîşên bi vî rengî çêbibin û wê roja hilbijartinê jî êrîşên bi vî rengî çêbibin û got: “Du sê saet piştî vê daxuyaniya me li Amedê du teqîn pêk hatin. Ger gelê me bi hestiyar tevnegeriyana wê di komkujiyê de mirin zêde bûna.”

    KCK’ê destnîşan kir ku AKP’ê bi van êrîşên ku di encama polîtîka û gotinên wan de pêk hatine, rewabûna xwe winda kiriye û wiha berdewam kir: “Ne mimkun e ku partiyek wisa li Tirkiyeyê bibe rêveberî û ji aliyê gel ve bê qebûlkirin. HDP partiyeke ku bang li hemû gelê Tirkiyeyê dike. Di rastiya demokratîkbûna Tirkiyeyê de, partiyeke ku dixwaze pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Bername û helwesta wan bûye dermanê Tirkiyeyê. Li şûna ku divê ji hebûna partiyek wisa kêfxweş bibin, AKP bi dijminahî nêz dibe û  vê jî nîşan daye ku ti eleqeya AKP’ê bi berjewendiyên gelê Tirkiyeyê tine. AKP ji bilî berjewendiya alîgirên xwe armanca wê tine.”

    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de