06:49 26 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Kurdistan nabe beşek ji milmilaniya taîfî

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez dike ku “Gelê Kurdistanê nabe beşek ji wê milmilaniya taîfî ya ku di rojeva navçeyê de ye”

    Îro, 6ê Hezîranê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Konsulê Kuwêtê li Hewlêrê Omer Ehmed Elkenderî kir. Li gor daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Omer Ehmed Elkenderî silavên Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah Elehmed Elcabir Elsebah gihandine Serok Barzanî, rêz û pêzanîn xwe ji bo qurbanîdana gelê Kurdistanê bo gehiştin bi azadiyê jî nîşan da. Herwiha navborî tekez kir ku, Kuwêtê amade ye bi “her tiştê ji dest bê” alîkariya Herêma Kurdistanê bike”, destxweşî jî li rola Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de kir. Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kêfxweşiya xwe bi vekirina konsulxaneya Kuwêtê li Hewlêrê anî ziman û balkişande ser peywdniyên her du gelên Kurdistan û Kuwêtê û got: “Gelê Kurdistanê li wê serpêhatiya têdighe ku ji aliyê rejîma Beis bi ser gelê Kuwêtê de hatibû sepandin.” Serok Barzanî amaje bi êrîşa terorîstan bo ser asayişa navçe û cîhanê kir û tekez kir ku “Gelê Kurdistanê nabe beşek ji wê milmilaniya taîfî ya ku di rojeva navçeyê de ye.”

    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de